Dawî li kuştina Ciwanên Kurd nayê. Ciwanekî Kurd ê eskeriya bi darê zorê ya dewleta Tirk dikir, bi awayekî ‘gumanbar’ mir. Ciwanê Kurd ê li Wanê eskeriya bi darê zorê pê didan kirin, doh danê sibê li nîzamiyeya lê nobet digirt, mirî hate dîtin.

Ciwanê Kurd ê bi navê  Vasîp Taşdemîr ji navçeya Êlihê Sasonê ye û ev mehek bû li nava artêşa Tirk eskerî dikir. Li xwaringeha yekîneyê wî firax dişûştin. Taşdemîr ku timî firax dişûştin, di heman demê de bi şev li nobetê hate nivîsandin.  Taşdemîr li ber deriyê nîzamiyeya hejmara 1’ê di nobetê de bû. Ji hevalê xwe re got, ‘ez ê biçim avê vexwim û bêm’ û çû odeya şopandinê. Piştî demekê, dengê çekan hate bihîstin û yên ketin odeyê, cenazeyê Taşdemîr dîtin. Fermandariya Baskê Artêşa Tirk a Wanê îdîa kir ku Taşdemîr xwe kuştiye.Li nava artêşa Tirk dema dawî gelek caran ciwanên Kurd bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest didin.

 

ANF / WAN