Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ê hikûmeta wê ya rewa û parlemana wê betal in, Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku siyaseta Bexda bi rê ve dibe xeter e li ser yekparçebûna Iraqê û giliyê "hinek aliyên li Bexdayê" kir ku alîkariya PKK´ê dikin.
Barzanî hevpeyvînek li gel televizyona El Erebiye Haddes a Erebî kir. Di vê demê de ku Hikûmeta Enqerê hewl dide li dijî Gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd di şexsê PKK´ê de şer dike û pê re Nêçîrvan Barzanî weke paşmêrê wî tevdigere. Barzanî îdîa kir ku armanca hebûna PKK´ê li Şengalê, çêkirina nearamiyê ye li deverê û heta niha hinek alî li Bexdayê alîkariyê didin PKK´ê. Pê re jî pişta tezên dewleta Tirk girt.
Nêçîrvan Barzanî bi vê jî nema û hesasiyetên Tirkiyeyê bi xwe ve girtin û lobiya dewleta Tirk jî bi vî rengî meşand: “Ne di berjewendiya Iraqê de ye ku bi vî awayî reftarê bike, divê em li ser vê yekê li hev bikin ku hebûna PKKê li Şengalê wateya nearamiyê ye li devera Şengalê.”
HEWLÊR