Rojnameger Kemal Reûf ragihand ku bikar anîna hêzê dijî hêzekî Kurd cihê şermê ye û wiha got; “Pêwîste ev axaftin were şermezar kirin.”
Der barê mijarê gefên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo hebûna HPG’ê ya li Şengalê de rojnameger û Sernûserê Şar Prês Kemal Reûf wiha got; “Li gorî min di vî demî de cihê şermêye, di van şert û mercan de hêzeke Kurd qala bi karanîna hêz bike li dijî hêzeke din ya Kurdî. Pêwîste ev were şermezar kirin.”
Her wiha der barê axaftinên Nêçîrvan Barzanî de jî Kemal Reûf wiha got; “Partî Dîmokratî Kurdistan (PDK) şikestineke mezin di desthilatadariyê de xwariye. Li gorî min PDK dixwaze bi vê daxuyaniyê xwe ji şikestina xwarî rizgar bike..”
Şer xwesteka Tirkiyeyê ye
Di dirêjiya axaftina xwe de Reûf wiha domand; “Ew daxuyaniyên ku tên dayîn, Tirkiye dixwaze vî şerê bi rêya PDK’ê bike. Eger PDK bi xwe bixwaze şerê PKK’ê bike yan ji bi xwesteka Tirkiyê şer bike ev şer wê bibe şerekî metirsîdar. Tirkiye dixwaze li gel xwe bi hêzekî Kurd re li dijî PKK’ê şer bike. Ji ber wê niha zextekî gelek zêde di aliyê aborî û siyasî xistiye ser PDK’ê. Tirkiye bi xwe nikare encam bigre ji ber wê bi PDK’ê dixwaze encam bigre. Niha daxwazên şer yên PDK’ê û Tirkiyê hene ji bo Şengalê. Ji ber ku hem dewleta Tirk û hem jî PDK dixwaze çavê welatiyan bibe ser pirsgirêkên navxweyî û PKK’ê ji Şengalê derbixe. Di rastiyê de di nava PDK’ê de jî dengek yê nerazî heye, naxwazin şerê navxweyî derbikeve.”
DANA OMER / ROJNEWS / HEWLÊR