Nêçîrvan Barzanî doh ji bo karê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sond xwar. Alîgirên Barzanî ji vê miqama nû razî bin jî, aliyên nerazî jî hebûn. Yek ji rêveberên diyar yê YNK’ê Bafil Telebanî bû. Telebanî di dema sondxwarina serokê herêmê de merasîmê terk kir û derket ji derve. Her wiha serokê firaksyona Nîfşê Nû li parlamantoya Herêma Kurdistan jî merasîm boykot kir.

Li gorî agahiyan Bafil Telebanî ji ber ku cihê wî li tenişta kurê Nêçîrvan Barzanî, Îdrîs Barzanî hatibû veqetandin, merasîmê terk kiriye. Hat zanîn Bafil Telebanî di dema sondxwarinê de derketiye û piştre jî vegeriyaye.

Serokê firaksyona Nifşê Nû (Newey nû) li parlamantoya Herêma Kurdistanê diyar kir ku sond xwarina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêwîstî wî bi dîwan, balkon û şahiyê nebû. Karzan Farûq got: “Pêwîste parlamanto kar li ser daxwazên xelkê bike, ne ku karê merasîm û şahiyan bike”.

Serokê firaksyona Nifşê Nû li parlamantoya Herêma Kurdistanê Karzan Farûq daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Sond xwarina serokê Herêma Kurdistanê pêwîstî bi evqas şahî, dîwan û balkona nebû. Ji bo ku niha ev parlamanto karê xwe îspat bike, pêwîste xizmeta xelkê bike.”

 

HEWLÊR