Afîşên ji bo danasîna pirtûka bi navê Nefela Birîndar a ku ji aliyê nivîskar Ruhî Karadag û Rojnameger Faruk Balikçi ve hate amadekirin û pêvajoya çareseriyê vedibêje, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê ve hatibûn komkirin. Li gelek deveran ji bo pirtûkê” dezgehên îmzeyan hatin dabnîn û astengî nehatin derxistin, lê li Nisêbînê afîşên pirtûkê hatin komkirin û bi hinceta “propogandaya rêxistinê dike” ji aliyê Dadgeha Cezaya Sulhê ve hate qedexekirin. Nivîskarê pirtûkê Ruhî Karadag anî ziman ku di encama xebata 2 salan de wî û  Balikçi pirtûk amade kirine, bandrola pirtûkê heye û biryara qedexeyê jî tuneye û ji ber vê yekê jî li hemberî biryara qedexeya li Nisêbînê hatiye girtin, nerazîbûn nîşan da. 


‘Ev qedexe me tenê li Nisêbînê dît’

Karadag got, piştî ku pirtûk hatiye weşandin li gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê bername amade kirine, bi gotinên gerîlayan, têkîldarî cihana wan a fikrî pirtûka bi navê Nefela Birîndar nivîsandine, di pirtûkê de nêrînên gerîlayan a têkîldarî aştiyê vegotine. Karadag got, li tu derê li dijî dezgeh û afîşên pirtûkê pirsgirêk çênebûne û wiha dewam kir: “Pirtûk li Nisêbînê rastî astengiya polîs û dozgeriyê hat. Em di çarçoveya naveroka pirtûkê de ji bo aştî û pêvajoya çareseriyê panelan li dar dixin û pirtûkê didin nasandin. Lê me li Nisêbînê tiştekî cuda dît. Afîşên têkîldarî panela em li dar bixin, piştî bi çar rojan dema ku dozger li bîlboardên li hemberî edliyeyê û qereqolê dibînê, aciz dibe û biryara komkirinê dide. Di biryarê de wekî hincet jî sembol û nîşaneyên rêxistinê hene, nîşan daye. Li Nisêbînê hemû afîş hatin komkirin û qedexekirin.”


‘Ji ber ku pirtûk pêvajoyê vedebêje aciz dibin’

Karadag da zanîn ku bi taybetî li dijî pêvajoya çaraseriyê acizbûnek heye û wiha dewam kir: “Îqtidara siyasî têkîldarî pêvajoyê ji bilî wan naxwaze tu kes biaxive. Lê xwediyên pêvajoyê yên li serê çiya û gelê Kurd e. Pirtûka me jî ji ber ku pêvajoyê vedibêje, jê aciz dibin.”

Karadag destnîşan kir ku biryara ku ji aliyê dozgerê Nisêbînê ve hatiye dayîn kêfî ye li hemberî kesên ku ji bilî îqitdarê pêvajoyê vedibêjin pêkûtî hene û ev yek herî zêde jî li Nisêbînê tê dîtin.

Karadag bal kişand li ser azadiya fikr û raman a Tirkiyeyê jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Azadiya fikr hê jî tê nîqaşkirin. Ji ber fikrên xwe hê jî bi deh hezeran rewşenbîr li girtîgehan in. Ji ber fikrên xwe gelek hevalên me yên nivîskar û rojnameger ceza girtine û hê jî di girtîgehê de ne. Yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê azadiya fikr û ramanê ye.” 


 MÊRDÎN