YCŞ û JCA´yê bi hev re Kampa Spor û Çandê ya Ciwanan organîze kir. Di kampê de bi rêbazên weke skeç, film, semîner, atolye û minaqeşeyan ciwan bilî bûn bi mijaran cihê re.
Ciwanan minaqeşe kir ka divê rêbaza wan a têkoşînê û ya Modernîzma Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk li beramberî Modernîteya Kapîtalîst çawa be.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad weke her sal îsal jî di navbeyna 21-27’ê Kanûnê de bi beşdariya bêhtirî 40 ciwanên ji 4 welatan li Swîsreyê kamp organîze kir. Navê kampê jî fermî Kampa Spor û Çandê ya Ciwanan a 2019´an bû.
Organîzasyona kampê bi destê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Azad (JCA) bû. Kamp bi navê Kampa Çand û Sporê ya Ciwanan a Ewrûpayê hat organîzekirin. Ev demeke ji hêla TCŞ’ê û JCA’yê ve di çarçoweya pêngava ‘nehêle’ de bi dirûşma, ‘destûrê nede ku çand winda bibe’ haziriyên wê dihatin kirin. Ew di navbera 21 û 27’ê Kanûnê de li Swîsreyê bi rê ve çû. Ji Elmanya, Ingilîstan û Swîsreyê ji 40’î zêdetir ciwan tevlî kampê bûn. Li kampê perwerdehiya îdeolojîk, xebatên atolyeyê, çand û sporê hatin kirin û lîstik hatin lîstin.
Film, skeç, semîner û atolye
Êvaran jî belgefilma ‘’Nû jîn’’ a li ser Rojava û belgefilma bi navê ‘Banga Rojê’ hate temaşekirin. Banga Rojê êvara yekê hat nîşandan. Heman roja destpêkê, bi roj ji bilî amadekariyan, çalakiyeke hevnasînê jî hebû ku pê ciwanên ji welatên cihê hev nas kirin.
Roja duyan a kampê xebatên atolyeyê jî dest pê kirin. Heman rojê li ser dîroka Kurdistanê semîner hatin dayin û munazereyeke bi mijara ‘’Konfederalîzma Demokratîk- Netewe Dewletê’’ hate kirin.
Êvara heman rojê li belgefîlma bi navê ‘’Jiyana Min Tim Şer Bû: Sara’’ ya li ser yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Jinê Sakîne Cansiz a ku li Parîsê 2013’an hatibû şehîdkirin, hate temaşekirin.
Şerê taybet û amûrên wê bi skêçan
Roja çaran jî li ser mijara ‘şerê taybet’ hate sekinandin. Derbarê şerê taybet û amûrên wê de semîner hatin çêkirin, piştre xebata atolyeyê hate kirin û derbarê mijarê de skêç hatin çêkirin.
Jinên ciwan li ser zayenda civakî semîner dan, xebatên komê hatin kirin û ziyana modernîteya kapîtalîst û aqilê dewletî/nêr hate dîtin.
Roja 5’an şeva moralê hate çêkirin, li muzîkê hate guhdarîkirin, şano hate lîstin, govend hate gerandin.
Têkoşîna li dijî Modernîteya Kapîtalîst
Roja dawî ya kampê jî li ser ‘’Konfederalîzma demokratîk, komun, meclîsan semîner hatin dayin. Li vir minaqeşe hat kirin ka divê rêbaza têkoşînê ya ciwanan ya Modernîzma Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk li beramberî Modernîteya Kapîtalîst çawa be. Piştî semînerê kampa 2019´an bi xwarinê û bi hêviya hevdîtina 2020´an bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN