Nehêlin 12´ê Gulanê
Her kesê ji welatîbûna T.C. nehatibe derxistin, çi penaber çi jî hemwelatî, dengdêr in û mafê wê/wî heye ku dengê xwe bide. Ji bo hûn karibin dengê xwe bidin, di nava 6 rojan de divê teqez hûn qeyda xwe bikin.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewrûpayê ya HDP’ê bang li dengdêrên li Ewrûpayê kir ên ku hê qeyda xwe ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê çênekirine. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku roja dawî ji bo miracaetê, 12’ê Gulanê ye.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewrûpayê got, her dengê neyê dayin, wê bi kêrî tifaqa AKP-MHP’ê bê. Hate gotin, her dengê bê dayin wê îmkanan biafirîne ji bo pêşî li komkujiyan bê girtin, ji bo HDP´a temsîliyeta gelan û wekheviyê dike li metropolên mezin hîn bêhtir wekîlan derxîne. Di daxuyaniyê de bang li hemû hilbijêrên 18 saliya xwe temam kirine hat kirin ku qeyda xwe çêkin û dengê xwe bidin.
Tifaqa qirrker bloke bikin
Koordînasyona Hilbijartinê îşaret bi girîngiya hilbijartinan ji bo gelan di warê têkoşîna azadî û demokrasiyê de kir û got, “Her dengê ku em ê ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê bidin, wê tifaqa AKP-MHP’ê ya kujer û faşîst bloke bike.
Her dengê ku bi mejiyê ‘bi dengê min tiştek nabe’ neyê dayin, wê rasterast bibe desteka ji bo rejîma Erdogan. Nêzîkatiya ji rêzê ya li van hilbijartinan û nedayina her dengî wê bê wateya desteka ji bo desthilatdariya kujer, zordar, faşîst û tekparêz. Her dengê bê dayin wê îmkanan biafirîne ji bo pêşî li komkujiyan bê girtin, ji bo HDP a temsîliyeta gelan û wekheviyê dike li metropolên mezin hîn bêhtir wekîlan derxîne.
Ji Ewropayê heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, ji Kanadayê heta Afrîkayê, ji Japonyayê heta Awûstralyayê, her dengê me yê ji bo demokrasiyê wê were wateya hesabpirsîn ji bloka faşîst. Lewma ji bo mirov karibe dengê bide divê destpêkê mirov bibe dengdêr.”
Berê qeydkirî jî bin kontrol bikin
Koordînasyona Hilbijaqrtinan bang li dengdêran hemûyan kir ku qeydiyên xwe ileh kontrol bikin û wiha dewam kir: “We 7’ê Hezîranê, 1’ê Mijdarê jî di referandûmê de deng dabe jî divê hûn qeyda xwe ya hilbijêriyê kontrol bikin û hîn bibin, bê ka qeyda we heye, yan na.
Hûn dikarin ji adresa http://www.ysk.gov.tr/ ontrola lîsteya dengdêran bikin. Heger hûn ne qeydkirî bin, divê hûn forma B dagirin û bi xwe bibin konsolosxaneya herî nêzî navnîşana xwe.”
Welatiyên TC dengdêr in
Koordînasyonê ji bo kesên nû bûne 18 salî jî got, “Hemû mirovên me yên welatiyên T.C. ên 18 saliya xwe temam kirine, dengdêr in. Heger hûn ne qeyidkirî bin, bi rêya belgeyeke ku hejmara nasnameya T.C. li ser e, divê serî li konsolosxaneya nêzî xwe bidin, Forma Beyankirina Navnîşanê (B) dagirin, îmze bikin û radest bikin. Ev yek jî divê heta 12’ê Gulanê bê kirin. Hûn vî karî dikarin heta saet 17‘an bi dema Tirkiyeyê bikin.”
Penaber jî dikarin dengê xwe bidin
Koordînasyonê bi îhtîmam îşaret pê kir ku ne tenê karker, her wiha penaber jî dikarin dengê xw ebidin, heger hîna welatiyên Tirkiyeyê bin: “Her kesê ji welatîbûna T.C. nehatibe derxistin, çi penaber çi jî hemwelatî, dengdêr in û mafê wê/wî heye ku dengê xwe bide. Ji bo hûn karibin dengê xwe bidin, di nava 6 rojan de divê teqez hûn qeyda xwe bikin.
Di malpera lêpirsîna li hilbijêriyê de beşên “Nufusa Kayıtlı Olduğu İl (Bajarê ku nifûsa we lê qeydkirî ye)”, “T.C. Kimlik Numarası (Hejmara Nasnameya T.C.)”, “Nufusa Kayıtlı Olduğu Sira No (Hejmara Rêzê ya Qeyda Nifûsê)” û koda piştrastkirinê dagirin û bi vî rengî kontrol bikin bê qeyda we heye yan na.
Weke Koordînasyona Hilbijartinê ya destekkirina HDP’ê, banga me li hemû komîsyonên me yên hilbijartinê ye ku ji bo qeydkirina dengdêran van 6 rojên dawî bi rengê seferberiyê bixebitin, qeyda hemû hilbijêrên nû bikin û yên qeyda wan hene jî ji nû ve kontrol bikin. Her dengê ku qeyda xwe nehatiye kontrolkirin û deng nehatiye dayin, divê bê zanîn ku wê bi kêrî tifaqa tekparêz û faşîst re bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN