“Bi êrişa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxê re bi sedan pêşmerge li Şengalê amade bûn. Lê ti berxwedanî nehat kirin û careke din gelê Êzîdî di nava destê dijmin de hat hiştin.”
Li Şengalê qurbaniyên komkujiya Gir Ezêr û Sîba Şêx Xidirê hatin bibîranîn. 14’ê Tebaxa 2007’an bi wesayitên bombebarkirî êrişek li dijî gelê Êzîdî yê li Gir Ezêr û Siba Şêx Xidir pêk hatibû. Di encama êrişê de qederê 700 kesan jiyana xwe ji dest dabû û zêdetirî hezar kesî jî birîndar bûbûn.
Bi boneya 11’emîn salvegera komkujiya li navçeyên Gir Ezêr û Sîba Şêx Xidirê yên ser bi Şengalê rûdayî, li ber avahiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê merasîmeke bibîranînê pêk hat. Di merasîmê de gel û nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê amade bûn.
Ti kesî parastina me nekir
Di merasîma bîranînê de Hevserokê Meclîsa Xwesera Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî daxuyaniyek da. Hisên Hecî got, beriya bi 11 salan li hember her du komelgehên Sîba Şêx Xidir û Gir Ezêr êrişeke hovane pêk hat, ku wê demê parastina Şenglalê di destê pêşmergeyên PDK’ê de bû. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir; “Dema ku êriş pêk hat, me ti kesên ku parastina me dikirin, nedît. Ev yek bû sedema şehîd û birîndarbûna bi sedan kesên ji gelê me. Piştî vê êrişê aliyên siyasî desthilatdariya xwe li ser civaka me ya Êzîdî ferz kir.”
Êzîdî tenê hatin hiştin
Di daxuyaniyê de hati gotin ku ji ber nebûna rêxistinbûyîna gelê Êzîdî piştî 7 salan dîsa li ser gelê Ezîdî komkujiyekê rû da û wiha dewam kir: “Rêya birêxistinkirina civaka me hat girtin, vê desthilatê heta roja 3’ê Tebaxa 2014’an desthilatiya xwe dewam kir. Bi êrişa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxê re bi sedan pêşmerge li Şengalê amade bûn. Lê ti berxwedanî nehat kirin û careke din gelê Êzîdî di nava destê dijmin de hat hiştin. Di encama vê êrişa hovane de bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, revandin û dîl girtin. Bi sedan jin, zarok û kêçên ciwan li bazaran hatin firotin.”
Piştî daxuyaniyê gel bi karwanekî wesayîtan ber bi gundê Koço ve bi rê ket û li gundê Koço merasim wê bihata lidarxistin.
Failên wan hê jî ne diyar in
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) jî bi daxuyaniyekê îşaret bi nezelalbûna failên komkujiyê kir û got: “Tevî ku 11 sal li ser komkujiyê re derbasbûye û tevî ku delîl jî hebûn, hê Dadgeha Iraqê û Herêma Kurdistanê hesabê van komkujiyan nepirsîne û kujer jî dernexistine holê. Ev jî hewldaneke sergirtina komkujiyan e.”
Koordînasyona Êzîdiyan jî qurbanî bi bîr anîn û banga yekîtiyê kir.
ŞENGAL