Guvenê gelekî li xwe şikandiye, serê wê diêşe, bi zor dimeşê, bi zehmetî diaxive, bêtaqetî, tansiyon û nexweşiyên mîdê pê re peyde bûne.

Baroya Amedê têkildarî grevên birçîbûnê yên li hepsan daxuyaniyek da.Tevî rêveberên baroyê gelek parêzer tevlî civînê bûn.Serokê Baroyê Cîhan Aydin daxuyanî xwend.

Cîhan Aydin diyar kir ku rêveberên baroya wan Gazal Bayram Koluman û Kezîban Yilmaz çûne hepsa Amedê û bi Guven re hevdîtin kirine. Aydin der barê rewşa Guven de agahiyên bi dest xistine, wiha vegotin: “Herî dawî di 30’ê Kanûnê de ziyaret pêk hat. Ji ber ku rewşa tenduristiya Leyla Guven giran bûye nikaribûye beşdarî hevdîtinê bibe. Li ser vê yekê bi girtiyên li qawîşa wê re hevdîtin pêk hatiye. Li gorî agahiyên van girtiyan dayî hevalên me; Guven gelekî li xwe şikandiye, li dijî deng û roniyê hesasiyet pê re peyde bûye, serê wê diêşe, bi zor dimeşe, bi zehmetî diaxive, bêtaqetî, tansiyon û nexweşiyên mîdê pê re peyde bûne. Ev nexweşî û hesasiyet jî nîşan didin ku rewşa Guven ketiye rewşeke krîtîk.”

Mafê jiyanê tê binpêkirin

Cîhan Aydin di dewamê de bal bire ser grevên giştî yên li hepsan û got, “Piştî birêz Guven dest bi greva birçîbûnê kir, greva birçîbûnê li gelek hepsan belav bû û hêj belav dibe. Gelek hepsiyan bedena xwe daye ber mirinê. Li gorî hin miracaetên li baroyê hatine kirin û hin agahiyên bi raya giştî re tên parvekirin, ji mafên bingehîn ê hepsiyan re rêz nayê girtin. Bi awayekî ku têr bike av, şekir, xwê û vîtamînan nadin wan. Em wek Baroya Amedê her tim li cem mafên jiyanê ne û wê diparêzin.”

 Bêrî ku kesek bimire

Aydin di dawiya axaftina xwe de got, “Em wek Baroya Amedê dixwazin bibêjin ku di çarçoveya Qanûna Cezayê Înfazê û mijarên din ên elaqedar  de hevdîtina malbat, parêzer û wasiyên Abdullah Ocalan û 3 hepsiyên din mafekî bingehîn e. Li gorî peymanên neteweyî û navneteweyî jî mafê hevdîtinê yê parêzer û miwekîl divê bê qebûlkirin. Bêyî ku jiyana birêz Guven û hemû hepsiyên din bikeve tehlûkeyê, em dixwazin di serî de Wezareta Dadê û hemû saziyên peywendîdar dest ji van pêkanînên xwe cudakariyê berdin û guh bidin daxwazên wan yên rewa.”

 

 MA/AMED