Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, şerê li Sûriyê, gotûbêjên li ser modêla Sûriyeke nû, cihê Kurdan ê li nava Sûriyeya nû û şoreşa Rojava nirxand. Ok der heqê êrîşên dawî yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, partiyên Kurd ên bi çeteyan re tevdigerin û helwesta PDK’ê de peyamên girîng da.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser girîngiya Sûriyê ya ji bo siyaseta Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku eger Sûriye dilê Rojhilata Navîn be, Rojavayê Kurdistanê jî ji bo Sûriyê xwedî heman girîngiyê ye. Ok diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê cografya herî homojen, bêpirsgirêk, bi rêxistin û xwedî vîn e. Ok ragihand ku divê gelê Kurd azadî û pergala xwe ya ava dike, ji tevahiya Sûriyê û Cîhanê re vebêje û wiha got: "Armanca yekane ya gelê Kurd, azadî ye. Dixwaze li gel û baweriyên din di nava aştî û biratiyê de bijî. Divê siyaset û dîplomasiya vê rastiya gelê Kurd bê kirin.”
Ok da xuyakirin ku, gelê Kurd li Sûriyeyê veguheriye hêzeke bi vîn û destnîşan kir ku eger li Cenevre û li deverên din li ser pêşeroja Sûriyeya nû be axaftin, divê teqez gelê Kurd û vîna wê di van platforman de cih bigirin. Ok ragihand ku li ser vê bingehê tevlibûna Konseya Bilind a Kurd li konferansa Cenevreyê mafdar û hewce ye.
Statuya Kurdan
Ok wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desteya Bilind bêguman wê azadî, hiqûq û statuya Kurdan biparêze. Di civîna Cenevreyê de wê pozîsyona herî rast û xwedî vîn, nîşan bide. Ya rast di nava Sûriyeya demokratîk de azadiya gelê Kurd e, Kurdistana Xweser û Demokratîk e. Çi mûxalefet, çi rejîm, çi jî hêzên navnetewî. Kîjan rêxistin, vîn û hêz demokrasî, azadî û statuya gelê Kurd qebûl bike, hiqûqa Kurdan qebûl bike, Kurd wê xwe nêzî wan bike. Ji ber ku hêza ku bikeve nava nêzîkatiyeke bi vî rengî, ji xwe yekser dibe alîgirê demokratîkbûyîna Sûriyeyê. Ez di wê baweriyê de me ku Desteya Bilind wê bi vê perspektîfê tevlî civînên li Cenevreyê bibe.”
Şoreşa demokratîk avakirin
Ok anî ziman ku li Rojavayê Kurdistanê Kurd ji heft heta heftê salî rabûn ser piyan û sazîbûneke xwe ya demokratîk a bi civaka rêxistinbûyî ava kirine û destnîşan kir ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pergala xwe ya xweseriya demokratîk a xwe dispêre konfederalîzma demokratîk ava kiriye. Ok ragihand ku misyon, rêxistinbûyîn û têgihiştina azadiyê ya jinê, di şoreşa li Rojavayê Kurdistanê de rola pêşengiyê dileyze û destnîşan kir ku li her qadên jiyanê û rêveberiyê yên pergala Rojavayê Kurdistanê, jin pêşengiyê dikin.
Êrîşa li dij şoreşa Rojava
Ok bal kişand ser helwesta neyînî ya hin rêxistinên Kurd ên li dijî şoreşa Rojava û destnîşan kir ku êrîşa li dijî şoreşa Rojava, êrişa li dijî azadiya gelê Kurd e. Ok diyar kir ku divê tu kes û rêxistin li vê şaşitiyê nefirike û qebûl neke. Ok ev tişt got: "Normal e ku PDK xwedî polîtîka, xwedî nêrînên cûda be. Dibe ku her rêxistin û partiyên Kurdan di her mijarê de weke hev nefikirin. Gelekî normal e ku di mijarên çareseriya pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî de herkes mîna hev nefikirin. Lê belê tu nêrîneke cûda nayê wê wateyê ku vîna li parçeyekî Kurdistanê derketiye holê, nas neke. Ev şaş e. Gelê Rojava îro di nava şerekî giran de ye, di nava têkoşîneke parastina gel de ye. Li gel uinebûna derfetan jî bi lehengî li ber xwe dide. Divê hemû partî û rêxistinên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê bi vê yekê serbilind bin. Ne rast e ku PDK û partiyên pê ve girêdayî, li hemberî vîna gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê bêhurmetiyê bike. Gelê Rojava vê bêhurmetiyê qebûl nake. Yên van polîtîkayan bimeşînin, wê bi xwe winda bikin."
Lazim e lêborînê bixwazin
Ok axaftina xwe ya di vê mijarê de wiha dewam kir: "Rêxistineke bi navê Partiya Azad heye. Lîderekî van heye bi navê Salih Bederttîn, ji xwe li Tirkiyê li Enqerê dijî. Mûstafa Cûma jî li Hewlêrê ye. Pişta xwe dide PDK'ê û êrîşî şoreşa Rojava dike. Ev rêxistin li gel Artêşa Hur li Serêkaniyê, Efrînê û Kobaniyê li dijî Kurdan şer kiriye. Di warê ehlaqî, wijdanî û siyasî de ne rast e ku mirov ji rêxistineke bi vî rengî re bêjin rêxistineke Kurd e. Bêguman nayê zanîn ka vana ji ku derê hêzê digire û ji bo çi di kesayetiya PYD û YPG'ê de êrîşî gelê Kurd dike. Lê di nava hesabên qirêj de ne. Têkiliya wan a bi Tirkiyê re tê zanîn, her wiha tê zanîn ji Serê Kaniyê xwe xwedî dikin û bi çek dikin. Rêxistinên bi vî rengî, divê beriya her tiştî destê xwe ji xwîna Kurdan vekişînin, li dijî Kurdan şer nekin û ji Kurdan lêborînê bixwaze. Pêwîste bi tu hêzên li dijî Kurdan şer dikin re nekevin nava têkiliyê. Eger vê helwesta xwe dewam bikin, gelekî normal e ku weke dijmin û xayinan bên îlankirin.”
Divê PDK nekeve şaşiya dîrokî
Ok bang li Partî Demokratî Kurdistan PDK'ê jî kir ku bi têgihiştineke teng nêzî şoreşa Rojava nebe û hêzê bide vê şoreşê. Ok di vî warî de wiha peyivî: "Divê derkeve pêşberî şoreşa li Rojava. Pêwîste berjewendiyên gelê Kurd ji ser hertiştî bigirin. Girtina derî şaş e. Di pêvajoyeke ku gelê Rojava li dijî dewletê û çeteyan li ber xwe dide de, girtina derî bi tu awayî mafdar nayê dîtin. Eger hewl dide girtina deriyê sînor, ji bo qebûlkirina hin daxwazên xwe yên siyasî weke şantajê bikar tîne, ev şaş e, şaşiyeke dîrokî ye. PDK dikare hin tiştan rexne bike, hin tiştan bêje, lê ev nayê wê wateyê ku li dijî gel û şoreşa Rojava helwesteke neyînî nîşan bide. Lewma, bi girtina deriyê sînor re PDK şaşiyeke mezin dike, dikeve bin tawambariyeke dîrokî ku nikaribe ji bin rabe. Ji ber ku niha deriyê sînor ê navbera Efrîn û Tirkiyeyê girtiye, ji aliyê din ve jî mûxalefeta Sûriyê rê girtiye û ji vî alî ve jî eger PDK'ê deriyê Başûr girtî bihêle, wê gelê me vê rewşê binirxîne, ka xizmetî çi dike. Ji ber vê yekê, girtina deriyê sînor û ev helwest şaş e, eger PDK ji vê şaşiyê vegere, wê ji bo wê jî baş be.” Ok herî dawî bal kişand ser girîngiya şoreşa li Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya gelê Kurd û destnîşan kir ku Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya gelê Kurd û her çar parçeyên Kurdistanê, di rewşa Fîlîstînê de ye. Ok bang li her Kurdekî li çar aliyên cîhanê kir ku li şoreşa li Rojava xwedî derkevin û piştgiriyê bidin.
ERDAL DENÎZ/ANF/BEHDÎNAN