Nasir Yagiz ku ev 99 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, nema baş dibîne û dibihîze, ji ber ku rewşa wî giran bû ew rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên ji doktoran, ji êvara Duşemê ve êşeke giran ketiye zikê Yagiz. Yagiz ku êdî nema baş dibîne, bi zorê dibihîze. Yagiz ev demek e ku bi zorê radizê, ku van rojên dawî welê lê hatiye ku nikare razê. Danê sibehê jî bêyî alîkariya kesên li ber wî, nikare ji nava nivînan rabe.

Ji ber ku doh êvarê rewşa wî giran bû, Yagiz rakirin nexweşxaneyê. Yagiz dermanbûnê red dike û dibêje, ew di çalakiya xwe de bi biryar e. Giranbûna rewşa siheta wî rê li ber fikaran vedike. Li kampa penaberan a Mexmûrê jî endama Meclîsa Îştar, Fadîle Tok 20'ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kir û ev 39 roj in di grevê de ye.

 

ANF / HEWLÊR