Nemana Pira Bazibdayê
Pira Bazîbdayê ya di navbera Cizîr û Rojava de, ji aliyê her du aliyên sînor ve jî nikare bê bikaranîn. Pira ku li sînorê Rojava hatiye çêkirin û li pişt dîwar bi hemû heybeta xwe li Cizîrê dinihêre, ji sala 1930’yî heta niha li benda restorekirinê ye.
Pira Bazibda ya 2 kîlometreyan li aliyê rojhilat a sûrên navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexê ye, bi salan e ku terkî tinebûnê hatiye kirin. Pira dîrokî ku şahidî li gelek milet û şaristaniyan kiriye, îro kes nikare nêzî wê jî bibe. Kesên ku nizanibe pir heye, nîne lê heta niha ti kes jî neçûye cemê.
Pira li ser rêya Hevrîşm û Baharatan
Li devera ku wek ‘herêma tampon’ tê zanîn, ev pir cih digire û tê zanîn ku di dema Împaratoriya Gudî de hatiye çêkirin. Ji serdema ewil de rêya Hevrîşm û Baharatê di ser pirê re derbas dibe. Ji ber şer û bandorên din pir hilweşyaye. Pira ji aliyê Qralê Sasanî Erdeşîr Babekan (226-241) ve hatiye avakirin, di 1164’an de ji aliyê wezîrê Musul Zengî, Cemaleddîn Ebul Hasan Alî b. Mansur el- Îsfehanî ve hatiye avakirin.
Navê Kurdî ‘Bafît’
Cizîra ku beriya Îslamê navê wê Bazibda bû, piştî hatina îslamê navê Cizîre digire. Navê taxekê hîna li Cizîrê Bazbda ye û mintiqeyeke taxê bi Kurdî ‘Bafit’ e. Ji ber vê jî gel ji pirê re dibêje ‘Pira Bafit’. Di qeydên fermî de jî pir wek Cezire-i Îbn Omer- Bazibda tê binavkirin û piştre Nuh pêxember re têkilî tê danîn û wek Pira Yafes tê guhertin.
Li ser pirê wêneyê 8 gêrstêrk û 12 bircan heye. Her wiha nîvîsên cuda jî hene. Beşek mezin a pirê xera bûye. Lingên navîn hîna li ser piyan in. ŞIRNEX