Zana FARQÎNÎ Yek ji nemirê gelê kurd, bêguman Evdilmelîk Şêx Bekir e, ku ew bêpirole hunermendekî pirhêlî û afirînêr bû. Wî çavê xwe ji mirinê neniqand û bû cangoriyekî gelê xwe. Mirovên wiha jêhatî, piralî, çavnetirs û têkoşer gava ji vê dinyaya gewrik bar dikin û serê xwe datînin ser axa sar, şopên kûr û diyar jî li dû xwe dihêlin. Kesayeteke pirhêl bû. Bestekar, gotinnivîs, stranbêj, sazbend, wergêr, helbestkar û şêwekar bû. Çawan ku ji çanda kurdî û zargotinê re serdest bû, her wisan ji edebiyata klasîk û ya nûjen a kurdî jî haydar bû. Stranên wekî 'Çawbela' û 'Tellî' li kurmancî wergerandibûn ku di kaseta Kulîlka Azadiyê de hene.

Nemirî têgiheke gelek girîng e ku nabe para her kesî. Ji lew re, ew ji bo kêm kesan tê bikaranîn. Gotineke pêşiyan a kurdan vê rewşê wiha derdibe: “Ga dimire çerm dimîne, însan dimire nav dimîne.” Wateya mayîna nav a li dinê çi ye, mirov çima û çawan nemir dibin, nemirî bi çi pêk tê, çima hin mirov bi rastî nemir dibin..? Pirs dikarin dûvdirêj bibin, lê çendî pirsîn girîng be, bersiva pirsê jî ew çend girîng e.

Mirov bi hilberînên xwe, bi dahênan û vedîtinên xwe, bi huner û qabiliyetên xwe, bi qencî û xizmetên xwe nemir dibin. Navên hinan tenê di dîroka gelê wan de, yên hinan jî di dîroka mirovahiyê de bi tîpên zêrîn tên nivîsandin. Bidestxistina mertebeya nemiriyê jî wisa ne hêsan e. Berdêl pir giran e. Çavê hinekan nabire ku ew di nimêtên dinyewî bibihurin. Ji lew re dinya jî şîrîn e, ruh jî. Îcar xwebexşandina di ber azadî û rizgariya gelê xwe de û têkoşîna ji bo nirxên mirovahiyê, wêrekiyeke nedîtî û nebîna divê. Ji bo kesen wiha, kefen tim di bin çeng de ye.

Yek ji nemirê gelê kurd, bêguman Evdilmelîk Şêx Bekir e, ku ew bêpirole hunermendekî pirhêlî û afirînêr bû. Wî çavê xwe ji mirinê neniqand û bû cangoriyekî gelê xwe ku ez ne şaş bim kêlika gora wî jî ne diyar e. Mirovên wiha jêhatî, piralî, çavnetirs û têkoşer gava ji vê dinyaya gewrik bar dikin û serê xwe datînin ser axa sar, şopên kûr û diyar jî li dû xwe dihêlin.

Melek, ku min pêşî bi navê Şengal ew nas kir, ji bo me berê stranbêj û bestekar bû. Lê piştre gava me bi hev re di Koma Çiya de kar kir, min dît ku ew hem hunermendekî piralî yê jehatî ye hem jî ew kesekî ji aliyê çanda kurdî ve gelek xurt, sihbetxweş, şîrîn, nuktezan û xweşmirov e.

Der barê wî de gelek serpêhatî û bîreweriyên min hene. Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de min ew nasî. Di çalakiyeke Newrozê de, ku li Zanîngeha Bogaziçiyê pêk hatibû. Piştre ji ber çalakiyên ciwanên unîversîteyî û çalakiyên çandî û hunerî yên li komele û saziyên cur bi cur ên partiyên siyasî yên kurd, em pir rastî hev hatin. Bi vî awayî hevaltî û dostaniya me jî bi pêş ket.

Melek, li Enqereyê, li Zanîngeha Hacettepeyê Fakulteya Bijîşkiyê dixwend. Paşê derbasî Fakulteya Bijîşkiyê ya Çapayê ya Zanîngeha Stenbolê bûbû. Xwendina xwe li wir didomand. Lê gava ku li Enqereyê bû, tevî çend hevalên xwe kaseteke kurdî bi navê 'Kulîlka Azadî'yê derxistibû. Wê çaxê qedexeyeke tund li ser zimanê kurdî hebû. Bi rastî ew xebateke serkeftî bû û ji aliyê muzîkî ve jî berhemeke nû û nûjen bû. Loma vê xebatê bandoreke erênî li muzîkhezên kurdî kiribû. Di nav ciwanên zanîngehî de jî wê deng vedabû. Piştî nasîna me, em bi vê taybetiya wî jî hisiyan.

Destpêka salên 90’î, destpêka serhildanan bû, tevgera azadiyê girseyî dibû. Tesîra serhildanan ne tenê li zanîngehan, li her qadê jiyanê çêdibû. Beşdariyên berfireh li tevgera azadiyê çêdibûn. Sazî û dezgehên kurdan dihatin damezirandin. Di atmosfereke wiha de Koma Çiya jî hat avakirin. Serê pêşî Besê, Genim, Leyla û Yekbûn, Xalo û ez bûm. Paşê Melek jî tevî Komê bû. Di pey re Elî Temel, Celal û her wisan kesên din jî tevî Koma Çiya bûn. Lê hîn Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) venebûbû. Gava NÇM vebû, Koma Çiya û Koma Serhildan a govendê beşdarî vê saziyê bûn ku di destpêkê de ev her du kom tenê di saziyê de hebûn.

Hîn kaseta pêşîn a Koma Çiya 'Rozerîn' derneketibû. Lê em tevî şev û şahiyan dibûn. Ji komê re eleqeyeke baş û ya karîger hebû. Em beşdarî çalakiyên greva birçîbûnê jî dibûn. Ez hez dikim behsa çalakiyeke wiha bikim ku greva birçîbûnê ji ber qanûnên sansur û sirgunê hatibû destpêkirin. Li rêxistina bajêr a Stenbolê ya HEP (Partiya Keda Gel) çalakiya greva birçîbûnê hebû, ji bo piştvaniyê em jî çûbûn. Te dît wek adet li grevan stran tên gotin û govend tê gerandin. Min û Melek, piştî strîna stranên demê yên naskirî, wekî stranên Hozan Dilgeş ên şoreşgerî û yên folklorîk, bi awayekî spontane avêt ber hev. Bi gotina kurmanciya gewr, em bi bendan çûn hev, ku di heman demê de me ji ber xwe ve gotin li hev dianîn û digotin. Kesên amade yên li wir li me man temaşe. Bejim ji nîv saetê zêdetir em wisan bi îrticalî strîn. Gava em betilîn, ji beşdaran ên ku hatin eniya me paç kirin hebûn û wan ji ber 'vê kurdiya me ya asîmilenebûyî' em pîroz kirin, kêfxweşiya xwe derdibirin.

Evdilmelîk Şêx Bekir, bi navê xwe yê din Melek, beriya ku kaseta Koma Çiya a pêşîn derkeve, bi gotineke din beriya ku em ji bo tomarkirina repertuara xwe bikevin studyoyê, wî biryara xwe dabû ku berê xwe bide cihên azad. Gava wî qada xebata xwe guhartibû, ez ne li Stenbolê bûm. Piştî betlaneya dibistanê, ez vegerîbûm Farqînê. Payizê dema ez hatim Stenbolê, haya min ji vê rewşa wî çêbû. Dilê min kewgirî, çavên min tije bûn. Dev li min negeriya, ez di cihê xwe de sar û mit bûm. Heman tişt di çûna şehîd Elî Temel de li min qewimîn. Wek encam, tercîh a wan e, lê çi heyf ku?!!!

Di kaseta Rozerînê de, dengê Melek cih negirt, lê hem di Rozerînê de hem jî di albûmên din ên Koma Çiya de stranên wî, ku beste û gotin aidî wî ne, cih girtin.

Me di serî de daxuyandibû ku Melek kesayeteke pirhêl bû. Bestekar, gotinnivîs, stranbêj, sazbend, wergêr, helbestkar û şêwekar bû. Çawan ku ji çanda kurdî û zargotinê re serdest bû, her wisan ji edebiyata klasîk û ya nûjen a kurdî jî haydar bû. Stranên wekî 'Çavbela' û 'Tellî' li kurmancî wergerandibûn ku di kaseta Kulîlka Azadiyê de hene. Me got ku şêwekar bû, ango resam. Tabloyên wî jî hebûn, lê çi bi wan xebatan hat mixabin ez nizanim. Bi min re jî xebateke wî ya pênûsrejiyê heye ku rojekê hema wisan ji nişka ve li min mêzand û bi lez û bez wek karîkatur wêneyê min çêkir. Ez vê yadîgariya wî wek bîbikên çavên xwe hîn jî dihêvişînim.

Divê mirov der barê feraseta wî ya muzîka kurdî de û li ser rengê dengê wî jî çend tiştan bibêje. Ew di warê muzîka kurdî de nûxwaz û nûger bû, ku çavkaniya wî jî muzîka gelêrî ya kurdî bû. Ji vê muzîka wî re mirov dikare bibêje ji aliyê şêweyê ve muzîka kurdî ya nûjen û ji aliyê naverokê ve jî bibêje muzîka şoreşgerî û evînî. Deng jî, dengekî tam dawidî yê stûr û nerm bû ku bi kêm kesan re heye.

Kesên wiha ku nirxên moralî yên gelan in, divê nemirîtiya wan tim zindî bê hiştin. Navên wan divê ku li dam û dezgehên çandî û hunerî bên danîn. Wekî gotina pêşiyan a kurdan “Hezkirina dilan di dayîna destan de ye.” Eger bi rastî em ji kesên wiha hez bikin, divê em berdêla hezkirina xwe bidin wan.

Melek, dengê te yê dawidî tim li dinê be û dê di guhên guhdarên muzîka kurdî de jî her olan bide.

Kesên wiha ku nirxên moralî yên gelan in, divê nemirîtiya wan tim zindî bê hiştin. Navên wan divê ku li dam û dezgehên çandî û hunerî bên danîn. Wekî gotina pêşiyan a kurdan “Hezkirina dilan di dayîna destan de ye.” Eger bi rastî em ji kesên wiha hez bikin, divê em berdêla hezkirina xwe bidin wan.