Çalakgeran da xuyakirin ku rayedaran banga vegera li dibistanan li mamosteyan kiriye, lê belê ji ber ku daxwazên wan bi cih nehatine anîn, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

Çalakgerê bi navê Ferîdûn Mecîd anî ziman ku ji ber ku gelek dibistan dûrî malên mamosteyan in, ev yek ji bo wan dibe barekî din ê aboriyê û got, “Ji ber van şert û mercên mamoste, karmend, pêşmerge û xwendekaran û nedayîna mûçeyan an jî derengdayîna wan, bi awayekî neyînî dikevin bin bandora vê rewşê.”

Mamosteyên li Pencewîn, Şarezûr, Xurmal û Hewramanê, bi heman armancê îro dîsa daketin kolanan û çalakiyên xwe dewam kirin. Mamosteyan dan zanîn ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Her wiha karmendên li Seyît Sadiq, Xurmal û Helebceyê jî daxwaza mûçeyên xwe kirin û dest bi çalakiya boykotê kirin. Mamosteyên li Parka Baxê Giştî a Helebce hatin cem hev, dixwazin bersiv ji daxwazên wan re bê dayîn. Mamoste dibêjin; eger bersiv neyê dayîn ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Mamosteyên ji gundiyê Xurmanê hatin û Şaxê Sendîkaya Parêzeran a Helebceyê jî destek dan mamosteyan.

Li navçeya Silêmaniyê Çemçemalê jî doh mamostayan dest bi xwepêşdanê kir. Mamosteyên beşdarî xwepêşandanê bûn, diyar kirin ku eger daxwazên wan bi cih neyên ew ê boykotkirina çûna ser kar jî dewam bikin.

Mamosteyên Xurmanî û parêzerên bi armanca destekdayînê tevlî çalakiyê bûn, dixwazin daxwazên wan ji aliyê hikûmetê ve bi cih bên anîn.

Herçî devera Germiyan e, li seranserê wê doh boykotkirina karê fermî dewam kir. Li bajarokê Kelar û Kifrê yê Germiyanê deriyên dibistana nehatin vekirin û xwepêşdan jî ji rojên pêştir berfirehtir bûn. 


 NAVENDA NÛÇEYAN