ŞOREŞ BENEK / ROJNEWS/DIHOK
Endamê KNK´ê û Hevserokê Eniya Demokratîk a Gel Dr. Kamûran Berwarî li ser serhildana gel a li Şêladizê, derxistina eskerên Tirk ji xaka Herêma Kurdistanê û helwêsta Hikûmeta Herêmê peyivî.
Dr. Kamûran Berwarî got, “Ev serhildana ku li Şêladizê, Sîriyê û Dêrelokê pêk hat, çavkaniya xwe ji kêmasî û şaşîtiyên salên 1992`î digre. Gelê Behdînanê gelek caran diyar kiriye ku hebûna eskerên Tirk li nava xaka Başûrê Kurdistanê, tehlûke ye.”
Li ser daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî Berwarî got, ”Ew daxuyaniya hikûmeta Herêmê li gel mentiq, rastî, exlaq û zanînê ne guncaw e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi salan e ku bi awayekî vekirî sûcên dewlata Tirk vedişêre. Ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê girîng nîne ka welatiyên wê bêne kuştin yan jî serweriya xaka wê bê binpêkirin û sinorê wê bê derbazkirin, ji bo wê ya girîng ew e ku dewleta Tirk ji xwe razî bike û xwe bi dewlata Tirk bide qebûlkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bawerî bi gel û pêşmergeyên xwe nîne ku wan biparêze, ji ber wê çendê, diçin eskerên dewleta Tirk tînin nava xaka herêmê.”
Hikûmet eskerên Tirk nade derxistin
Berwarî bal kişand ser biryarên ku parlamena Iraqê û ya Herêmê yên ji bo derxistina eskerên Tirk dabû û got: “Parlamena Herêma Kurdistanê sala 2003`yan biryara derxistina eskerên Tirk ji xaka herêma Kurdistanê dabû. Sala 2008`an jî parlamena Iraqê biryar da ku eskerên Tirkiyeyê ji nava xaka Herêma Kurdistan û Iraqê derbikeve, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê ne hêla ku ew esker ji xaka Herêma Kurdistanê derkevin. Hikûmeta Herêmê ne guhdarî prensîpên navneteweyî dike, ne guh dide biryarên Parlamena Herêma Kurdistanê, ne guh dide biryarên parlemena Iraqê ne jî guh dide gelê xwe. Ev jî bûye sedem ku hemû rêxistin û partiyên fermî û ne fermî, vê daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”
‘Divê balafirên Tirk sînor derbas nekin’
Li ser helwêsta serhildana xelkê Behdînanê jî Dr. Kamûran Berwarî got, “Hebûna eskerên Tirk li nava Başûrê Kurdistanê hebûneke zêde ye, ji ber ku navê vir Kurdistan e. Ew 500 hezar îmzayên ku ji bo derxistina eskerên Tirk ji xaka Herêmê hatibûn komkirin, divê hikûmeta Herêmê biryar li ser wan bide û îradeya gel li ber çavan bigire. Divê êdî hikûmeta herêma Kurdistanê qebûl neke û rê nede ku balafirên şer ên Tirkiyeyê sînorê wan derbas bikin.”