Roja 7’ê mehê li Hewlêrê zaroka Rojavayî ya 16 salî rastî destdirêjiya 6 kesên ji Başûr hatibû. Piştî ev bûyer hat bihîstin, li gelek bajar û bajarokan ji aliyê welatî û rêxistinên civaka sivîl ve bûyer hat şermezarkirin. Rojek piştî bûyerê, 7 kesên ku destê wan di bûyerê de hebûn, ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Li bajarokê Qeledizê destdirêjiya li dijî zaroka Rojavayî, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK), Yekîtiya Afretên Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Rêxistina Xwişkên Bizûtnewe, Jinên Tevgera Goran, Yekîtiya Afretên Partiya Parêzgaran, Yekgirtûya Xwişkên Îslamî, Rêxistina Xwişkên Komela Îslamî, Rêxistina Geşepêdana Afretên Sosyalîst û Komeleya Afreterên Kurdistanê ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de destdirêjiya li dijî zaroka 16 salî ya ji Rojava hat şermezarkirin û wekî bûyerekî hovane rewa hat binavkirin.

DIHA/QELADİZÊ