Şahidê Enfalê Sebah Necmedîn nerazîbûna xwe ji hikûmetê û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nîşan da ji ber ku ew wan piştguh dikin û nabînin û got: “Li welatê me qedrê welatfiroşan zêdetir ji xizmên şehîd û enfalkiriyan tê girtin.” 

Şahîdê Enfalê û çalakvanê siyasî Sebah Necmedîn derbarê Enfalê de got: “Tiştek li ser Enfalê nehatiye kirin. Dema Seddam Hisên hatî darvekirin jî ne ji ber Enfalê hat darvekirin. Rayedarên Başûrê Kurdistanê wisa li me kirine ku heya em bêjin Seddam Hisên ê xizmên me enfal kirî, ji vane baştir e.”

Ji bo dadgehkirina sûcdaran tiştekî nakin

Sebah Necmedîn wiha peyivî: “Hinek sûcdarên dosya Enfalê hene, ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wan derketiye lê belê heya niha ew nehatine girtin. Yek dadwer tenê parastina dosya Enfalê kir, ew jî hate sirgûnkirin.”

Sebah Necmedîn li ser bêdadiya heyî jî got, “Ger 100 xizmên me hatibin enfalkirin yan jî yek kesê me hatibe enfalkirin her tim tenê 900 hezar dînar mûçe didin me. Min bi xwe ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re got, 10 kes ji malbata min hatine enfalkirin. Yan tenê yekê bikin şehîd bila ew ên din ji bo xatirê Kurdistanê bin, yan jî her 10 kesan bikin şehîd.”

 Gazin ji qedirnegirtina şehîdan

Sebah Necmedîn axaftina xwe wiha dewam kir, “Li welatê me qedrê welatfiroşan zêdetir ji xizmên şehîd û enfalkiriyan tê girtin. Xizmên şehîdan niha karkeriyê dikin. Şahidê Enfalê ku tenê di malê de sax maye, niha dibe pêşmerge û wî dişînin eniyên pêş ên şer. Dema rêz li xizmên şehîdan were girtin, xelk amede ye xwe bike qurbanê welatê xwe.”

 Bila dosya Enfalê bibe yeke wisa ku dewlet li ser ava bibe 

Sebah Necmedîn gazin ji neguherîna rewşa li Germiyanê piştî Enfalê kirin û got: “Em pere û mûce naxwazin, tenê bila dosya Enfalê bi cih were û bibe dosyayeke ku dewlet li ser bê avakirin.” 


 ROJNEWS/GERMIYAN