Girtina dîmenên belgefîlma bi navê ‘Baxler’ê sala 2011’an dest pê kir û di 2016’an de qediya. Derhênerên wê yên jin, Berke Baş û Melîs Bîrdereyê, ji ser tîma Basketbolê ya Baxlerê bi nihêrîneke cuda li pirsgirêka Kurd a li Amedê, dinihêrin. Berke û Melîs di çarçoveya belgefîlman de tîma girêdayî şaredariya Baxlerê sê sezonan ji nêz ve şopand. Di fîlmê de mamosteyeke tîmê ava dike û ciwanên Kurd di basketbolê de ji bo hebûna nasnameyê têdikoşin. Film her wiha dadikeve bi di nav pergala heyî de şikestina ciwanan, rola teşegirtina civakê ya polîtîkaya dewlet û çapemeniyê, ferzkirina nasnameya Tirk.

Serpêhatiya Baver Yucesoy tesîr li wan kir

Melîsê daxuyakirin ku wan çêkirina vê belgefîlmê wek berpirsyarî dîtiye û got, nûçeya lîstikvanê basketbolê Baver Yucesoy ya ‘Ji Baxlerê ber bi Efes Pîlsenê’ bandor li wan kiriye û Melîsê wiha domand: “Di belgefîlmê de ji komujiya Roboskê, heta bi rojeva siyasî ya rojiyên mirinê, ji coşa Newrozê ya gelê Amedê yê di bin dorpêça polîsan de heta bi bandora wan ya li ser lîstikavanan, me cih dayê mijaran. Li dijî pergala kapîtalîst jî ku pere ji her tiştî derbas kiriye jî têkoşînê dest pê kiriye. Bi vî awayî Rojava hatiye Amedê jî. Amedê li bajarên Tirkiyeyê jî li berxwe da û li şûna xwe bîne lîga duyemîn li vir bi Şêrên Anatolyayê re li meydana xwe têkoşiya û têkoşiyan ji bo bibêjin, ‘Em wekhev in, Em bi we re yek in’.”

Destê dewletê yê veşartî 


Berke wekî din jî îfade kir ku wê pêkanînên xerab yên li ser tîma Amedê bihistibûn û got, “Li her meydanê têkoşîn heye lê di meydana sporê têkoşîneke rewa heye. Me xwest em hedefên gerdûnî yên sporê, motîvasyona wan vekolin. Em li bandora vê pêvajoyê ya li ser ciwanan bikolin. Bi vî awayî me dest bi belgefîlmê kir.”

Berke der barê mijara belgefîlmê de jî  got; “Di belgefîlmê de mamoste Gokhan çiqas xwe ji siyasetê dûr bigire jî ev ne pêkan e. Li cihekî wisa ku şer û siyaset pirr giran in xwe ji siyasetê dûrxistin ne mumkin e. Piştî tîma Baxlerê serketinan bi dest dixîne, destê dewletê yê veşarî dikeve dewrê. Qada din ya destê dewletê yê veşartî dirêj dibe heta bi nava çapemeniyê. Di fîlmê de armanc ew w ku têkoşîn bi mirovên rojava re bê cem hev.”
Belgefîlm tevlî Festîvalên li Fransan, Îtalya, Hindistan, Elmanya, Saray Bosnayê bû û ew ê tevlî Festîvala Fîlman a Toronto jî bibe.



MELÎKE AYDIN / ŞÛJİN / AMED