”KONGRA GEL di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Bi wesîleya salvegera damezradina PKK’ê em cejna vejînê li Rêber Apo, gerîlyan, girtiyên azadiyê, gelê xwe yê welatparêz û dosên xwe pîroz dikin û coş û kelecana wan ji dil parve dikin. Bi vê wesîleyê em şehîdên xwe bi hurmet û rêzdariyê bibîr tînin û soza xwe ya emê xeyalên wan yên azadiyê pêk bînin, dubare dikin. PKK destana vejînê ya ku gelê Kurd ji asta tunebûnê careke din derxistiya sahneya dîrokê ye. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; Ji ber vê yekê PKK di heman demê de partiyeke jina ye. Di pêvajoya 35 salan de beriya her tiştî di enama têkoşîneke bihempa de nasnameya azad û kesê azad yê Kurd hat afirandin.  Çand û kesayeta demokratîk û şoreşger ya ku hate afirandin re, hedefa herî mezin ya rêber Ocala ev bû di înşakirina civakek polîtîk û ahlaqî de geşedanên girîng biafirîne.  Ev têkoşîn azadî û demokrastiyê ya bi pêşengiya jinê hatiye meşandin, di heman demê de riya rizgariya gelên Rojhilata navîn jî nîşan dide.


Banga avakirina yekîtiya netewî
KONGRA GEL di daxuyaniya xwe de bibîrdixe ku mînaka herî bi bandor şoreşa jinan ya li Rojava derketiye pêş e. Şoreşa Rojava bi netewa demokratîk civaka demokratîk înşa kir û di heman demê de ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn re jî pêşengiyê dike. Di daxuyaniyê de tê gotin ku têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku bi pêşengiya PKK û KCK’ê tê meşandin, di çareseriya pirsgirêkên herêmî de êdî aktora serekeye. Daxuyanê wiha bidawdî dibe; “Divê di esasa netewa demokratîkbûnê de têkoşîn bê xurtkirin û pergala civaka demokratîk bê înşakirin û divê zor li hikûmeta AKP’ê bê kirin ku bi Rêber Apo re muzakereyan bike. Hilbijartinên sala pêş dê raste rast bandorê li ser înşakirina pergala civakî bike û encamên hilbijartinan ji bo gelê Kurd û Kurdistanê gelek girînge.  Ji ber vê jî  em bang li gelê xwe dikin ku bila yekitiya netewî a demokratîk û piştevaniyê biafirînin.”

ANF/BRÛKSEL