Dawiya hefteya bihurî, Tevna Akademisyenên Kurd li Elmanyayê Kurd AKAD´ê konferansek li ser mijara Qirkirin ji 1915´an heta 2015´an li bajarê Elmanyayê Dortmundê organîze kir. Di beşa yekem a konferansê de piştî ku li ser navê Kurd-AKAD´ê Dr. Devrim Dagdeviren axaftina destpêkê kir, Dr. Nikolas Brauns foruma yekê nêqaşên konferasnê birêve bir.
Dêrsim qirkirineke sîstematîk bû
Dîrokzan û nivîskar Mehmet Bayrak di vê beşê de behsa cihê Qirkirinê di dîroka Tirkiyeyê û ya Osmaniyan de li dijî Kurdan kir û herî dawî got, li Dêrsimê ne serhildan, lê belê qirkirineke plankirî ya dewleta Tirk hebû. Paşê Profesor Mithat Sancar behsa têgeha qirkirinê, nêqaşkirina wê û miameleya bi encamên wê re kir di sedsaliya qirkirina Ermeniyan de.
Ne sistema dînî, neteweperestî berpirsê qirkirinê ye
Profesor Dr. Mihran Dabag jî behsa wan sedeman kir ku kirin di serdema Osmaniyan de Jontirk ermeniyan qir bikin. Li gorî Prof. Dabag di nava sîstema milet a osmanî de cemaet newekhev bûn lê belê mafê wan ê jiyanê û xweseriyeke wan a civakî û hiqûqî hebû. Ango sîstemeke ji jor ber bi jêr ve hebû. Lê dema bi reformên tenzîmatê welatî hemû weke wek hev hatin qebûlkirin û sîstema hiqûqa îslamî jî her hebû, nakokiyek di navbera sîstema kevin ku ji jor ber jêr ve bû û ya nû ku asoyî bû derket holê. Di dawiyê de Ermenî weke hêmanên împeretoriyê yên nayên întegrekirin hatin dîtin û çareseriya dawî jî weke tinekirina vî hêmanî çareseriya neteweperestiya tirk bû.
Dora: Konfederalîzma demokratîk pêşî digre li qirkirinan
Paşê jî Dr. Şefîk Tagay li ser navê Civaka Akademisyenên Êzîdî GEA´yê peyivî û behsa dîn û civaka Êzîdî û qirkirinên bi wan re rûbirû mayî kir. Tagay bêhtir mijara dilferehî û xweşbîniya di navbera dînan de kir û aliyê insanî yê qirkirinê derxist pêş û herî dawî jî pirsa em çawa dikarin alîkariyê bigihînin mexdûran kir.
Forûma duyem ji aliyê Dr. Devrim Dagdeviren ve hat birêvebirin û li ser mijara modelên demokrasî û tevlîbûna siyasî yîn alternatîf bû. Reimer Heider li ser navê Înîtiyatîfa Azadî ji bo Ocalan behsa fikra xweseriya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk kir. Paşê berdevkê têkiliyên derve yê PYD´ê Şerwan Hesen jî behsa pirrdînî û û pirretnîkbûna Rojava û sîstema wê ya xweseriya demokratîk kir. Parlemanterê HDP´ê Erol Dora jî got, ji bo pêşîgirtina li qirkirina projeya konfederalîzma demokratîk rêya herî maqul e ku yekîtiyê bi pirrengîbûnê misoger dike. Konferans bi foruma nîqaş û pirsan bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN