Niştecihên gundê Kinalik ê li Çiyayê Mezin ê Qefqasyayê ku li Azerbeycanê ye, bi sedan salan e tevî hemû zor û zehmetiyan ziman û çanda xwe diparêze.  Zimanê Kinalik tenê li wî gundî tê bikar anîn û UNESCO ev ziman xistiye lîsteya zimanê li ber tinebûnê ye. 

Gunde Kinalik li lutkeya herî bilind a Çiyayê Mezin ê Qefqas e. Dîroka wê digihije beriya 2 hezar salî. Lê belê rojnamevan û lêkolînerên diçin herêmê radigihînin ku niştecihê gund di wê baweriyê de ne ku gundê wan xwedî dîrokeke 5 hezar salî ye û ji Albanyaya Qefqasan ev dîrok dest pê dike. Her wiha niştecihên vî gundî xwe mîna neviyên Nebî Nuh dibînin û binav dikin.  

Ew ne Azerî ne

Gunde Kinalik li herêma bakurê Azadbeycanê li herêma pirçandî ya Kubayê ye. Li qûntarê çiyayê ku gundê Kinalik li ser lutkeya wî ye jî Cihûyên Qefqasyayê, Tatar û Lezgî bicîh bûne. 

Wênekêş Olaksandr Rupeta di çerçoveya projeya lêkolînkirina rengîniya etnîkî ya herêma Kubayê de Îlona borî gundê Kinalik ziyaret kir. Gelê herêmê ji Rupeta re destnîşan kiriye ku ew ne Azerî ne.

Gundek û zimanek

Li vî gundi bi navê Kinalik zimanek tê axaftin. Ev ziman jî tenê ji aliyê niştecihê vî gundî ve tê axaftin û ji ber vê yekê ji aliyê UNESCO ve mîna zimanekî li ber tinebûnê hatiye qebûl kirin. Lê belê mercên jiyandina vî zimanî hêna jî hene. Li dibistana navîn a li vî gundî ji bilî zimanê Azerkî û Îngîlîzî dersên bi zimanê Kinalik jî tên dayin. 

Girîngiya vexwarina çayê

Li Kinalikê mîna rituelakê dawet jî ji sedên salan ve bi heman şêwazî pêk tên. Malbata bûkê qurbanan serjê dike û li mêvanan çayê belav dike. Wênekêş Rûpeta destnîşan dike ku vexwarina çayê di çanda wan de gelekî girîng e û vexwarina çayê mîna merasîmekê pêk tê. 

Bi lawaşê xwe navdar in

Ji ber ku gund li cihekî bilind ê çiyayî ava bûye nikare qala çandinî û ziraeteke zêde were kirin. Qertol û hin cureyê zad mîna qûtê bingehîn ên niştecihê gund in. Her wiha gundî herî zêde bi nanê sêlê yê mîna ‘lewaş’ binav dikin pesnê xwe didin. Jin di nava du seatan de nanê hefteyekê dipijînin.

Bin sifirê re -21 pîle ye

Lê belê pêşketinên bi navê ‘modernbûnê’ kevneşopî, orf û ededên vî gundî jî tehdît dike. Bi rêya ku di sala 2006’an de hate vekirin re çûyin û hatina herêmê çêbû û bi hezaran mirov diçe serdana wan. 

Lê belê ji ber şert û mercên giran ên hewayê piraniya salê rêya gund girtî ye û têkilî bi derve re qut dibe. Berf a ku hêna di meha Îlonê de dest pê dike germahiyê tîne bin sifirê re -21 pîle ye. Bi sermaya zêde re şivan pezê xwe ber bi herêmên jêr ên gertir ve dibin. 

Tevî zor û zehmetiyan

Ji ber tinebûna elektrîkê gundî mîna sotemenî sergînan bikar tînin. Tevî erdhejên mezin jî avahiyên kevirî ev 200 sal in li ser piya ne. Çavkaniya bingehîn ya debarê pez e. Mêşin ji bilî xwarin û ristina kinc û amûrên malê bi mabesta bazirganiya bi gundên derdorê re jî tên bikar anîn. Ev hûner û hêza van mirovan dibê sedem ku tevî mercên zor û zehmet jî bi sedan salan li ser piya bimînin. 


BBC / BAKU