Koma Jinê ya Xemr-î Mor ya ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Mersînê ava bûye, ji bo jinên pêşeng ên berxwedan rêveberiya cewherî bi navê “Hêza Jin” stranek amade kirin. Stran ji aliyê hunermenda NÇM’ê Rojbîn ve hatiye nivîsîn û klîba stranê jî hefteya borî kete weşanê. Hunermend Rojbîn diyar kir ku ev stran ji bo giyana berxwedêr a jinên ku li qadên azad li ber xwe didin nivîsiye û got “Di vê newayê de min hewl da ku ez jinên ku li hemberî dagirkeriyê û komkujiyan dibêje ‘ez heme’ û çanda xwe diparêzin bînim ziman.” 

Rojbîn da zanîn ku strana bi navê “Hêza Jin” berhema duyemîn a Koma Jinê ya Xemr-î Mor e û wiha pê de çû: “Di berhema yekem de me strana Şehîd Mizgîn a bi navê ‘dimeşin’ ji nû ve şîrove kiribû. Di vê strana nû de jî me hewl da hêz û giyana berxwedêr a jinê derxin holê.” Rojbîn anî ziman ku ew ji giyana berxwedêr a jinan gelek bandor dibe û hewl dide serhildana jinan bike newa.


 MERSÎN