
Hunermendê Kurd Elî Temel ku di 1’ê Çileya 1960’an de li gundê Girêsor ê Dêrikê ji dayik bû, di dîroka çand û hunera gelê Kurd de cihekî girîng digire. Temel dibistana seretayî li gundê Girêsor û dibistana Navîn jî li Şemrexê xwendin. Temel dema Tevgera Azadiyê nas dike hîna 17 selî bûye. Temel dema lîse dixwend ji ber ku mamosteyê wî Kerim Baytar tev li refen PKK’ê bû û jiyana xwe ji dest da, dest ji dibistanê berda û ji Şemrexê derbasî Qoserê bû. Temel piştî bi pêşengên PKK’ê Hayrî Durmuş û Ferhat Kurtay re hev nas kir, dest bi xebatên matbaayê kir, li vir kar û barên huner û şoreş dane ber xwe û dest bi têkoşîna azadiyê kir. Temel bi hunermend Sefkan re di NÇM’ê de xebatên hunerê kirin.
Vaye PKK rabû
Piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li Zindana Amedê êşkenceyên gelek giran hatin meşandin. Şahidên wan rojan bi pirtûkan serpêhatiyên xwe nivîsandin, lê dîsa ev yek ji bo vegotina wan êşkenceyan kêm man. Li aliyê din li ser Zindana Amedê û êşkenceyê helbest û stran hatin nivîsandin. Lê yên herî zêde bandor li civakê kirin, helbestên hunermend Elî Temel bûn. Elî Temel bi helbest û stranên xwe şopeke kûr di hiş û mêjiyê civakê de hişt. Temel strana ‘Va ye PKK rabû, li deşt û zozanan belav bû’ ku li Zindana Amedê nivîsand, 23 sal e li her derê dengê wî bilind dibe, pir tê guhdarkirin û hezkirin. Elî Temel ku bi darê melkesê û tayê gorê tembûr çêdikirin û helbestên xwe dikirin stran, û helbesta “Va yê PKK rabû” nivîsand ji bo hemû hevalê xwe yên girtîgehê bûbû moral û coş. Temel îlhama strana xwe ji pêngava 15’e Tebaxê ya serdegirtina Dihê û Şemzînanê digire.
Termê wî hatibû dîtin
Temel piştî ku di sala 1990’î de ji girtîgehê derket, bi Koma Çiya ku sazûmankarê wê ew bi xwe bû, bi helbestên ku piranî yên wî bûn qaseta bi navê ‘Rozerîn’ derxist. Her wiha Temal bi strana ‘Şitla Azadî’ di dilê gelê Kurd de cihê xwe girt. Temel di 12’ê Tîrmeha 1994’an de li gundê Tirbik ê navçeya Şemrexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha di sala 2013’an de li Şemrexa Mêrdînê di encama kolandina goreke komî de hestiyê Temel hatibûn dîtin. Piştî ew qas salan malbata Temel cenazeyê Elî Temel li Goristana Mezopotamya (Girê Bîrê) ya li taxa Koçhîsara Qoserê spart axê û her sal ji aliyê heval, malbat û hezkiriyen xwe ve tê bibîranîn.
Strana ji bo cangoriyan:
Şitla azadiyê
Şitlê baxçê azadiyê Kulîlk veda li adarê
Bircên kela Diyarbekir
Bi Zekîye reng vedikir
Şitla azadî her bijî Nava dilê Kurdan dijî
Agirê nava dilê Ferhat
Nav dilê Zekiya şîn hat
Agirê azadiyê pêtî da Tînê dide axa welat
Wek tîrêja agirê Newroz
Cejna Alkan dike pîroz
Ew agirê Mahmut Zengîn
Boy Zekîye bûye evîn
Necmi rabûye selabê
Eşref hilda ala partiyê
Zekiye bi xemla bûkê
Hembêz dike agirê Newroz.
Temel vê strana xwe diyarî Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik û Zekiye Alkan dike ku di 21’ê Adara 1990’an de li ser Sûrên Amedê bedana xwe dabû ber êgir.
Bermayiyên jiyana wî tomar dikin
Temel dema li Zindana Amedê gelek stran û helbest nivîsandin û gelek helbestên wî di kasetan de bûn stran û hêj ji aliyê hezaran kesan ve tên guhdarîkirin. Hevalên Elî Temel gelek wêne û stranên wî û berhemên wî li cem xwe parastin. Sînemaya Rojhilata Navîn helbest, wêne û berhemên Elî Temel ji bo arşîvê berhev dike û tomar dike. Di lêkolîn û berhevkirinê de helbesta Elî Temel a Şitla Azadî ya resen a bi destê xwe nivîsandiye, hat dîtin. Her wiha helbest û wêneyên nû yên Elî Temel li mala hevalê wî Mela Newaf a li Amudê hatin dîtin. Temel dema di 1992’yan de li herêma Cizîrê berpirsyar bû nivîsa xwe danîbû mala Mela Newaf û li wir wêne kişandibûn.
ROJEVAMEDYA