Hejmara 164’an a rojnameya jinê, Newaya Jin derket. Rojname ji sala 2005’an û vir ve mehane bi rêk û pêk li Ewrûpayê tê weşandin.

Newaya Jin di hejmara xwe ya Mijdarê de giranî da ser Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî ku bi navê “Şoreşa tê afirandin” 6-7’ê Cotmehê li Frankfûrtê hate lidarxistin. Li gel nihêrînên delegeyan ên li ser mijarê, çavdêriyên bi şîroveyan jî hatin weşandin.

Newaya Jin di vê hejmarê de wekî din cih dide “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê”. Ji rayedarên Tevgera Jinên Kurd Çîgdem Dogû li ser mijarê nivîsî û îşaret bi avakirina sîstema azadiyê ya jinan kir.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk jî 27’ê Mijdarê û şert û mercên derketina Tevgera Azadiyê ya Kurdan vegot. Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê Xanim Engîzek jî di rûpelên Kurdî yên rojnameyê de heman mijar nirxand.

Di vê hejmarê de rojnameyê hevpeyvîna bi nivîskara pirtûka “Barana ewran” Denîz Bîlgîn re jî weşandiye. Pirtûka Bîlgîn li ser serpêhatiyên rastî yên berxwedêrên Kobanê ye.

 

NAVENDA NÛÇEYAN