Sêyemîn Mihrîcana Çend û Hunera Kurd a Stenbolê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), amade kiriye, pêr di roja 3’yemîn de li Salan Şanoya Bajêr dewam kir. Mîhrîcana ku bi coş didome li rastî elaqeya mezin a xwendekarên zanîngehan tê. Di çarçoveya bernamê de hunermend Mizgîn Tahîr, Ayfer Duzdaş û Koma Project Rojhilat, derketin ser dikê.  

Koma Project Rojhilat beşdar kêfxweş kirin û kesên beşdarî Mihrîcanê bûn jî, kêfxweşiya xwe îfade kir. Ji bo bîranîna mihrîcanê plakeya ku NÇM’ê amade kirî, Berdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît da Koma Project Rojhilat. Koçyîgît, bal kişand ser girîngiya rojê û got, “Hunermendên me ji erdnîgariya Kurdistanê ne ku hîn tradîsyona wê xerab nebûye. Ji Rojhilatê Kurdistanê tên û deng dan dilê me. Hemû stranên wan ketin ruhê me. Ziman û çanda me diparêzin. Her bijî ji wan re. Ji bo siberojê dê mîrateyeke mezin bihêlin.”

Piştî koma ji Rojhilat, Ayfer Duzdaş û Mizgîn Tahir derketin ser dikê û guhdar kêfxweşkirin. 


 STENBOL