NPG’ê Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha hat gotin: “Em Rêber Apo yê ku li Kurdistanê Newroz ji wateya xwe ya rastî vegeran, kevneşopiya bi hezaran salî rojane kir û veguherand ruhekî berxwedanê yê mezin silav dikin, Newrozê ji dil li Rêberê xwe pîroz dikin. Em hemû lehengên agirê Newrozê bi bedenên xwe re geş kirin û Newroz kirin Newroz, di kesayetiya Kawayê Hemdem rêhevalê xwe Mazlum Dogan de bi bîr tînin û soza xwe careke din dubare dikin ku em ê bîranînên wan di yek kirina agirê Newrozê bi azadiyê re, bidin jiyîn.”


Vegera nirxê xwe

NPG’ê ragihand ku li xaka Kurdistanê di tevahiya rêveçûna dîrokê de gel li zilma hêzên mêtinger rast hatiye û ev tişt hat destnîşan kirin: “Dikare were gotin ku dîroka Kurdistanê bi giranî bi dagirkeriya mêtingeran, bi pêkanînên qirkirinê û li dijî van jî bi berxwedanên bi ruhê Newrozê derbas bûye. Tevî hemû kêmasiyan jî gelê kurd teslîm nebûye, li ber xwe daye û baweriya xwe ya ji jiyana azad tu carî winda nekiriye. Lewma Newroz tê wateya vegera li nirxên azadiyê.”


'PKK partiyeke Newrozê ye'

Di dewama daxuyaniya NPG’ê de ev tişt hat ziman: “Piştî ku Rêber Apo di rojeke Newrozê de starta Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê da, Newroz ji bo gelê Kurdistanê êdî ne tenê weke rojeke kevneşop ma, di heman demê de bû roja vegera li cewherî, israra di berxwedan û azadiyê. Bi derketina PKK’ê re, agirê Newrozê her tim weke agirê mizgîniya serkeftinê bilind û geş bûne; Newroz bûye wateya vegera li azadî û nirxên kurdistanî. Lewma gelê kurd bûye gelê Newrozê, PKK jî bûye partiya Newrozê.”

NPG’ê destnîşan kir ku ew weke Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê, ew Newroza 2015’an ku Newroza pêngaveke mezin a azadiyê ye li tevahiya gelê xwe pîroz dikin û di têkoşîna Federasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk de serkeftinê dixwzin û herî dawî wiha hat gotin: “Em Newroza berwedêr yên Kobanê, Rojava, Şengalê, Başûr, lehengên azadiyê ku wezîfeya parastinê bi cih tînin, hemû rêhevalên xwe yên enternasyonal, milîtan û sempatîzanên di têkoşîna azadiyê de cih digirin pîroz dikin. Di meşa serkeftinê ya dîrokî de, di pêngava azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê de ji her kesî re serkeftinê dixwazin.”  


Newroza herî xurt 

NPG’ê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze Newroza 2015’an veguherîne hêzeke pêngavî ya nû û wiha hat gotin: “Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê Newroza 2015'an ji her demê bêhtir bi hêz pêşwazî dikin û di wê rewşê de ne ku dikarin hemû wezîfeyên vîna siyasî destnîşan bike, bicih bînin. Pêvajoya nû ya bi Newrozê re destpê dike ji bo gelê Kurdistanê pêvajoyeke çareserî, azadî û şoreşê ye. Di serî de azadiya Rêber Apo, avakirina pergala demokratîk a xwe dispêre azadiya gelê me, biratî û wekheviya gelan, armanca bingehîn e. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku bi ruhê têkoşer beşdarî nava refê gerîla bibin.” 


ANF/BEHDÎNAN