Jîngeheke bi her awayî tendurist û saxlem dergûşa her cure azadiyan e.

Heger hemû cure gelên vê dinyayê azad bibin, ti zordarî û zext li ser nasnameya wan a mirovî û neteweyî nemîne û wek tê gotin; gur û mîh bi hev re bixwin û biçêrin û bijîn jî, dema li şûna peşkên barana paqij ji ewran asît bibare, Qeşçiyayên li cemserê bihelin, gund û bajar di nava avê de bimînin û lehiyên wisa rabin ku qesr û karxaneyan li ber xwe bibin, li şûna bayê hênik hilmeke tenûrî ji axê li ser çavên mirovan bide û roja sincirî çermê porê wan bişewitîne, li şûna bêhna xweş a gulên li baxçe û çiyan, bêhna kelaxên ajalan ji her derê bê...

Ez bawer nakim ku ti mirovek tenê jî, ku îro di vê dinyayê de dijî bixwaze di dinyayeke wisa de bijî û dîsa bixwazie zarokan çêke. Ji bo dewama jiyanê berdarî ango zêdebûn erkeke bingehîn e ku divê zindî pêk bînin. We divê bêjin berhemdarî erkeke sirûştî ye yan jî îlahî ye ku zindî pêk tînin; bi her du awayan jî, erkeke jiyanî ye. Lê ya li vir girîng; berên ji bo dewama jiyanê têne dayin, divê karibin bijîn û piştî demekê ew jî beşdarî pêvajoya berdewamiyê bibin.

Ji bilî hinek bûyerên afatî yên avhewayî û yên ji derveyî dinyayê, hebûna ku herî zêde zirarê dide sirûşta dinyayê mirov e. Balkêş e ku dîsa heman hebûn e ku dixwaze ji hemû hebûnên din ên dinyayê jiyaneke xweştir bijî. Mirov bixwe ne yên herî zêde dixwazin ji nehmetên vê dinyayê bi awayekî herî tendurist sûdmend bibin. Lê di hewldanên xweşjiyana rojaneyî ya mirovan de ew hem paşeroja nifşê xwe û hem jî, ya hemû zindiyan dixin nava xeterê.

Hê pirsgirêkên wisa di asta karesatî de tine ne ku bibe sedema şikenandin yan jî qetandina xeleka berhemdariyê. Halê hazir mirov, ajal û hemû zindî beşdarî xeleka berdayinê dibin. Baş e ku em hê ji wê asta bi xeter dûr in. Gelo dûrbûna me ya ji karesata bi rê de ye, divê bibe sedema teralî û sersariyan li hemberî sirûştê? Na. Divê hemû xebatên ji bo rizgariyan neyên paşguhkirin. Rizgarkirina jîngehê, rizgarkirina milet û komên bindest û pêkanîna jiyaneke azad û wekhev erkên mirovî ne ku divê demildest xebat ji bo wan bê kirin.

Tevî ku xeterên wek yên ku me di destpêkê de rêzkirin niha tine ne lê em rojane dibin şahid ku li gelek deverên dunyayê felaketên sirûştî diqewin û ziyanên mezin digînin jiyana rojane. Bajarên mezin tevî hejmareke mezin şêniyên xwe di bin lehiyan de dimînin. Gelek zanyar van bûyeran wek hişyariyekê cidî dibînin û dixwazin rê li pêşiya felaketên hê mestir bigirin. Lê heta niha jî dewletên mezin û kartelên kapîtalîst ji ber berjewendiyên xwe yên îroyî xwe nebihîstî dikin.

Îro ji hemû deman bêhtir pêwistiya jînhegê bi parastinê heye. Esas pêwistiya wê bi mirovên ku bi zanebûn parastina jîngehê ji bo xwe dikin armanc heye. Li vir rola kesên xwedî bîrdoziyeke civakî û sirûştî gelek mezin e. Kesên jîngehparêz ên radîkal pêwist in. Ev kes ew kes in ên ku berjewendiyên nefşên pêşerojê nakin qurbana berjewendiyên xwe yên rojane. Tenê ev kes dikarin bi berstûka wan kapîtalîstan bigirin ên ku bi çavbirçîbûyinî û hirçeliyeke têkbir sirûştê tar û mar dikin.

Li vir ez dixwazim balê bikişînim ser çalakvaneke jîngehparêz. Keçeke ciwan û bibiryar; Greta Thunberg. Ew di sala 2003´an de li Swêdê hatiye dinyayê û ji bo balê bikişîne ser êşandin û derblêdanên mirovan ên li jîngehê, her roja înê li ber Parlamena Swêdê bi beşdarnebûna dersan, çalakiya parastina jîngehî dike. Herî dawî girseyeke gelek mezin a zarokan beşdarî dersên xwe nebûn û li ber parlamena Swêdê civiyan. Vê çalakiyê li Swêd û dinyayê dengekî gelek mezin veda.

Ne tenê li Swêdê, li gelek deverên dinyayê êdî çalakiyên bi vî rengî pêk tên. Zarok xeterên li dijî jîngeha paşerojê ji niha ve dibînin û dixwazin dinyaya xwe ya ku ew ê tê de bijîn, azad bikin. Wisa xuya ye ku ew ê di demên pêş de çalakvanên jîngehparêz dengên xwe bilindtir bikin û li ser van birêvebirên civata serfkar zext û zewreke şidiyayî pêk bînin.

Bêguman ên ku ev sirûşt herimandin û jiyana vê gerestêrka bi navê dinyayê anîne vê dereceyê, ew kapîtalîst in ên ku tenê di berjewendiyên xwe yên îro de difikirin û ji bo berjewendiyên xwe dibin sedema şerên mezin û ji bo nakokî dewam bikin û karibin çekên xwe bifiroşin, naxwazin pirsgirêk bi rêyên aştiyane çareser bibin. Hemû mirovahî Newrozan bi aştî û xwişk-biratiyê pîroz bikin. Lewma jî têkoşîna parastina jîngeheke jiyanî û ya her cure azadiyên mirovî xwedî yek armanc in.