Ev sazîbûn û rêxistinbûn, roj bi roj li gelek qadan yên weke civakî, sîyasî, leşkerî, aborî û her wiha û li ser vî bingehî rêxistin û sazîbûna xwe ava dike. Jin reng dide şoreşê, barê şoreşê hildigre, pêşengiyê dike û di nav şoreşa Rojava de şoreşa jinê jî ava dike.
Ev şoreş gav bi gav, roj bi roj, sazî bi sazî hate rêxistinkirin. Jin bi vê sazîbûna xwe ya berfireh, paşeroja xwe ya azad jî mîsoger dike.
Bêguman têkoşîna jinan a li Rojava, berî şoreşa 19'ê Tîrmehê bi salan hatiye destpêkirin, bedêlên mezin dane, bingeheke xurt daniye û bi vê hêzê îro di nav şoreşê de azadiya xwe diafirîne û civakê jî diguherîne. Tevî têkoşîna bi dehan salan, xebatên ku jin di nav du salên şoreşê de, tevî hemû astengiyên şer, dorpêçkirin, koçberî û ambargoyê de avêtine, herkesî matmayî dihêle. Jin bi vîn, bawerî û rêxistinbûna xwe ti astengiyan nas nekir û şoreşê kir rojeke pêşketin û gaveke ber bi azadiyê.
Ev xebat û rêxistinbûn di jiyanê de çawa xwe da der, li kîjan qadan tevgereke çawa hate meşandin, bi çend sernivîsan em dikarin wiha bînin ziman:
Di serî de di qada civakî de bi pêşengiya rêxistina Yekîtiya Star, li kantonên Cizîrê, Efrîn û Kobanê li gund û bajaran dest bi avakirina meclisên jinan kirin. Di nav meclîsan de jin komîteyên xwe saz kirin û bi vê modela rêxistinbûyînê xebat û çalakiyên xwe bi rêve birin. Jin hewl didin ku hemû jinên di nava civakê de xwe birêxistin bikin, da ku tu jin derveyî rêxistinê nemîne.
Xebatên perwerdeyê û akademî
Xebatên rêxistinbûyînê bi armanca ku bingehîn û demdirêj be, paşeroja jinê saz bike tên meşandin û di vir de rola perwerdeyê mezin e. Ji bo ku jin bikaribe di aliyê sîyasî, civakî û çandî de xwe pêş bixe, di hêla raman û zanestî de xwe kûr bike, xebatên perwerdeyî bi awayekî bi rêkûpêk tên meşandin. Ji destpêka şoreşê ve li Kantona Cizîrê li akademiyan 15'ê dewreyên perwerdê hatin meşandin. Ji endamên meclîsan, heta xebatkarên saziyan, hunermend û endamên Partiya Yekîtiya Sûryanî û hwd. heta niha 647 jin tevlî dewreyên perwerdeyan bûne.
Di 8'ê Adara 2013'an de tevgera jinê a li Rojava Yekîtiya Star, Akademiya Star ya herêma Efrînê vekir û heta niha 18 dewreyên perwerdeyê temam kirine. Yekîtiya Star her wiha li bajarê Kobanê jî Akademiya Ramanê vekir û li vê akademiyê jî heta niha 10 dewreyên perwerdeyê hatine meşandin. Di 25'ê Gulanê de jî yekemîn Akademiya Jinên Ciwan ya bi navê Akademiya Şehîd Ronahî hate vekirin.
Navendên zanist û perwerdeya jinê
Di her qadên jiyanê de bi armanca zanist û perwerdekirina jinan, her wiha çareserkirina pirsgirêkên wan, li hemû herêm û bajarên Rojavayê Kurdistanê, Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê (NZPJ) hatin vekirin. Li bajarê Serêkaniyê a Kantona Cizîrê, NZPJ 100 dozên girêdayî jinan çareser kir. Her wiha NZPJ’ê di nav 14 mehan de 8 dewreyên perwerdeyê yên derbarê çand, dirûtin, zimanê Kurdî û Îngilîzî de vekir û serkeftî bi dawî kir.
Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan (NZPJ) ku di 18’ê Nîsana 2013’an de hate vekirin, bi doz û pirsgirêkên girêdayî jinên bajêr û gundên girêdayî wê ve mijûl dibe û bi hemû hêza xwe ji bo çareserkirinê dixebite. NZPJ li gelek bajarên mîna Minbic, Til Temir û Hesekê jî xebatê dimeşîne. Girêdayî NZPJ’ê sê komîteyên sereke hene; ew jî Komîteya Lihevanînê, Komîteya Arşîvê û Komîteya Çavdêriya Perwerdeyan in. Her wiha jinên ji hemû pêkhateyên Rojava di komîteyan de cihê xwe digirin. Piraniya pirsgirêkên jinan ên ku li NZPJ’ê hatin çareserkirin, dozên berdan û zewaca bi temenê biçûk bûn.
Li Kantona Kobanê jî bi armanca peydakirina derfetên kar û bilindkirina asta aboriya wan, rêxistina jinan a Yekîtiya Star, dewreyeke terzîvaniyê da destpêkirin. Li Kobanê Weqfa Rojhilat ya Jinên Jinebî jî hewl dide ku pirsgirêkên jinên ku hevserên xwe wendakirine, çareser bike û pêdiviyên wan bicih bîne. Her wiha hewl dide ku ji bo sêwî û jinebiyan derfetên kar û xebate peyda bike. Di hundirê vê sazîyê de 10 endamên jin dixebitin û li ser rêxistinkirina zêdetirî 1000 jinên jinebî disekinin. Bi heman armancê li Kantona Efrînê jî rêxistina jinan a Yekîtîya Star di Tirmeha 2014'an de Kafeterya Nergîz ya Jinan vekir.
Ji bo aboriyê projeyên nû
Tevî van xebatên ji bo xebatên aboriyê bi rêk û pêk were meşandin, Yekîtiya Star Komîteya Aborî ava kir. Komîteyê, ji bo li seranserî Rojava bixe pratîkê xwedî gelek projeyan e û di nava salekê de heft projeyên aborî yên jinan hatine meşandin û nêzî 1000 jinan di van projeyan de dixebitin. Di çarçoveya van projeyan de li bajarê Dêrikê kargeha çêkirina berikan (merş) ya bi navê "Koçerîn" li Qamişlo kargeha dirûtina kincan ya bi navê "Warşîn" û kargeha şêranî ya bi navê Avrîn, li Amûdê kargeha trîko, li Serêkaniyê firneya bi navê Waşokanî û li Kobanê jî kargeha dirûtinê hatine vekirin.
Di qada siyasî de jin
Di xebatên sazkirina Xweseriya Demokratîk û rêveberiyê de jî jin rolekî çalak dilîze. Bi îlankirina Kantonên Xweser a Rojava, li hemû kantonan jin di wezaretan de cîh girtin. Li Kantona Efrînê Hêvî Mustafa weke seroka hikûmetê û çar wezîrên jin hatin hilbijartin. Li Kantona Cizîrê jî tevî Gewrîye Elîzabet, çar wezîrên jin di nav rêveberiyê de cihê xwe girtin. Herî dawî Hediya Yosef weke hevseroka Kantona Cizîrê hatin hilbijartin. Li Kantona Kobanê jî çar wezaret ji aliyê jinan ve tên rêvebirin. Tevî vê yekê jin di hin wezaretan de jî weke alîkarê serokwezîr wezîfe digirin.
Tevî vê yekê jin di nava partiya herî mezin a Rojavayê Kurdistanê PYD'ê de jî xwedî roleke pêşeng in û bi rengê meclîsan xwe birêxistin kirine.
Hezên jinê yên eskerî û ewlekarî
Li hemberî êrîşên li dijî Rojavayê ku bi piştgiriya hêzên paşverû yên herêmê û hin hêzên cîhanê tên meşandin, bihêzkirina qada parastinê girîng e. Jin jî di nav van êrîşên pir alî de hem ji bo parastina welatê xwe û gelê xwe, hem jî ji bo parastina tevahiya jinan û parastina xwe ya rewa girîngiyeke mezin didin rêxistinkirina xebatên parastinê. Jiber vê yekê jin, di 4'ê Nîsana 2013'an de hêza xweser a eskerî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) îlan kirin. Lê yekem tabûra jinan a 23'ê Sibatê li navçeya Cindirêsê a Efrînê bi navê 'Tabûra Şehîd Rûken' hate ava kirin. Piştî vê li bajarê Qamişlo, Efrînê, li Dirbêsiyê, Dêrikê, Til Temîr û li bajarên din li pey hev hatin avakirin. Di van tabûran de ne tenê jinên Kurd, jinên gelên din yên li Rojava jî cîh girtin.
Ji bilî vê bi armanca parastina jinan û çareserkirina pirsgirêkên wê, di sala 2013'an de li bajarên Qamişlo, Kobanê û Efrînê navendên asayişê hatin ava kirin.
Tevî xebatên asayîşê, polîsên jin jî li her sê kantonên Rojava hatin birêxistin. Polîsên jin cihê xwe di nava şaredarî û trafîkê de digirin.
Xebatên ziman, spor û ragihandinê
Xebatên ziman ku bingeha şorêşê saz dike jî, bi keda jinê pêş dikeve. Di vê qadê de hem piraniya mamosteyan hem jî şagirtan jin in. Li tevahiya Rojava 1071 mamosteyên jin xebatê dimeşînin û xwe birêxistinkirine.
Ragihandin jî yekem car bi şoreşê re xebat meşand. Bi şoreşê re Kurd ajans, tv, rojname, kovarên jin û radyoyên xwe vekirin û di hemû beşan de xebatkarên jin bi hêjmar û kedeke mezin cîh digirin. Xebatkarên ragihandinê yên jin îsal yekem car konferansa xwe lidarxistin û meclîsa xwe a ji neh kesan saz kirin.
Di qada sporê jî jin xwe birêxistinkirine û xwe pêş dixin. Li kantonên Rojava taximên sporê yên keçên ciwan hatin avakirin. Ev taxim li Amedê jî tevlî pêşbirkan bû û taximê jinan a futbolê ya Kantona Efrînê bû yekem, taximê basketbolê bû duyem û taximê karete jî di asta yekemîn de bi ser ket.
Şoreşa jinê hêviya jinên Rojhilata Navîn zêde dike
Her çend em rêxistinbûna jinê û xebatên jinê li pey hev rêz bikin jî, ya girîng guherînên di nav civakê û têgihiştinan de ye. Ya ku bingeha jiyaneke nû, şoreşa jinê datîne jî ev e. Jin destpêkê xwe diguhere, di warê raman, rêxistin û xebatê de xwe pêş dixe, di qada civakî, eskerî, siyasî, aborî û hunerê de cîh digire û bi her awayî kedê diafirîne. Bi van pîvanên jiyanê, asta azadiya xwe jî bilind dike û roj bi roj civakê jî diguherîne. Bi encamên pêşengiya ku di nav şoreşê de êdî berbiçav e li hemberî hemû paşverûtiyan, hemû têgihiştinên li ser jinê tên ferzkirin serî hildide. Mîrasê têkoşîna jina Kurd li Rojava di her qadê de dikeve meriyetê û bi vê yekê hewl dide ku jiyana azad a jinê û gelê Kurd mîsoger bike. Li hemberî tarîtiya ku hêzên dagirker û çeteyên wan dixwazin di serî de jin, li hemû gelên Rojhilata navîn ferz bikin, jin roniyê, roniya paşerojeke nû a azad, wekhev, demokratîk û xweser temsîl dike. Şoreşa jinê a li Rojava ji bo hemû jinan dibe hêviyek û ev hêvî bi hêz û têkoşîna bê hempa her ku diçe mezintir dibe. Tevî astengî, êrîş, komkujî û ambargoyan, tevî bêdengiya hemû hêzên cîhanê, jina Kurd li Rojava wê bi vîn û baweriya xwe bi serkeve û vê serketinê destpêkê bi jinên Rojhilata Navîn, bi hemû jinên cîhanê re parve bike. Jinên li Rojava xwedî li mîrasên têkoşîna jinan a bi salan derdikevin, vî mîrasî bi rêbazên têkoşîneke nû pêş dixin, xeyalên jinan kêlî bi kêlî pêk tînin û rê li hemû jinan vedikin...
NEWROZ OSMAN: Şoreşa jinê