Sala 2013 dema peyama dîrokî ya birêz Ocalan di qada 2 milyonî ya Amedê de hat îlankirin, peyva “Yên derfetên dîrokî rast nenirxînin wê herin çopa dîrokê” balkêş bû. Peyva herî zêde mirov da fikirandin ev peyv bû. Weke ku ji bo îro hatibû gotin, şiyar dikir. Tevî ji taqet xistina berxwedana bê hempa û birêz Ocalan ji bo aştiyeke mayînde û çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên sîyasî hewl dida û lê Erdogan û AKP çi kirin û çi qasî derfetên dîrokî nirxandin?
Kavilkirina çeteyên AKP Cizre, Silopî, Sûr, Gever, komkujiyan, teqînên pey hev li pêş û paş hilbijartina 7 Hezîranê, retkirina mutabeqeta Dolmebaxçe bersiva vê pirsê hêsan dike. AKP û Erdogan ne tenê derfetên dîrokî nenirxandin û ji bo aştiyeke mayinde gav navêtin lê ji alîyek xwedî vê peyamê zêdetir tecrîd kirin û hukimetên berê xwe jî bi kiriyarên faşîstan derbaz kirin. Li hemberî vê Hitlerbûna Erdogan tekane rêyekî ji bo gelê Kurd ma: Bi hemû wateya xwe ya dîrokî her roj bikin roja Newroz û berxwedan û di hemû qadan de derbazî qonaxa şoreşê bibin.
Kurdan bi berxwedanê li hemberî êrişên çeteyên Erdogan xwena wî ji bo Sûltanbûnê vala derxistin, niha Erdogan ji alî cîhanê wekî serokkomarekî xelkê xwe bi komî dikuje, rojnamevanan dixe zîndanan, listika wî ya pêlên koçberan bi ber Ewrûpayê tê naskirin û pirsên gelo Tirkiye ber bi Sûrîyeyîbûn û Îraqîbûnê diçe, zêde dibin? Dewletên Ewrûpa û hêzên sermaye ya cîhanê dibe ku bi pere û siyaseta ser bedenên penaberan dixwazin temenê kurt ya Erdogan dirêj bikin, lê ev hewildanan bê feyde ye, dem hat ku hin siyset bikevin çopa dîrokê û hem jî zemîna avabûna siyaseta demokratî li ser bingeha şoreş û berxwedana gelan derdikeve ser şanoya dîrokê.
Ji ber derfetên dîrokî rast nenirxand, niha desthiladariya Erdogan ser ber jêr diçe û ji her dem zêdetir di tengasî de ye, projeya wî li ser Sûriye têk çû, xewna wê ya Sultanî têkçû, projeya neo-Osmanî di qirika wî de ma, ji hemûyan giringtir hegemonîya li ser Bakurê Kurdistan bi tevahî têkçû. Ev berxwedanên dîrokî li Bakurê Kurdistanê hemwext bi berxwedana Rojava re di siyaseta Kurdistan û herêmê de encamên giring bi xwe re anîye û tîne.
Kurdan bi tenê bi serkeftinên li hemberê maşaya AKP (DAIŞ´ê) bi sinor neman, niha bûne aktoreke ku bê wan ne siyaset, ne şer û ne aştî dibe. Erdogan tiştek nema nekir, ji şer bigire heya dorpêçkirinê, ji bikaranîna DAIŞ´ê heya teqandina borîya petrolê, bi sûcdarkirina Tevgera Azadî bigire heya siyaseta valakirin û koçberkirin û pêşîgirtina tevlîbûna Kurdan di Civîna Cenev-3 de lê Kurdan li Rojava û Surîye bi pêngavên serbazî û sîyasî bersiva AKP û hevkarên wan dan, di arîfeya Newrozê de Sistema Federalî ji bo rêvebirê ragehandin.
Yekitiya Hêzên Şoreşger ya Tirkiye hem di alî siyasî û hem serbazî û hem jî îdeolojî de hewildanên AKP pûç kirîye ji bo ku Kurdan tenê di sinorî xwe de bifetisîne, niha dostên AKP, DAIŞ û nijaperestê û hêzên faşîst mane. Niha ramanên birêz Ocalan, modêla xweserî ne ji bo Kurdistanê ji bo hemû herêmê tên niqaşkirin.
Mirov baştir kûrahiya vê peyamê dizane û wê kî û çi bikeve çopa dîrokê baştir zelal dibe.
Ev peyam bi rastî jî derfeteke dîrokî bû ji bo AKP û Tirkiye afirand, welatê pêşengî ji guhartinê re dikir di herêmê de, lê Erdogan vê fersendê ji dest de niha jî bi lez ber bi çopa dîrokê ve diçe. Endamê Konseya Rêveber yê PKK Dûran Kalkan hîn di destpêka zivistanê de ji Erdogan re got ”Bihar tê, ji Erdogan re derbazbûyî be” bele dema dîrok tê nivîsandin van rojan wê binivîse çawa rêberên gel ji bo maf, azadî û nasnameya xwe di jêrzemînan de bi zindî hatin şewitandin, rihê ku Memed Tûnç û hevalê xwe ji gel re hişt di meydanên Newroz de bersivên dîrokî dan. Tenê stûyê xwe xwar nakin lê ji bo jiyaneke bi rûmet û azad, bihara gelan hat, ev rih wê sistemek demokratîk ya alternatîf misoger dike. Ev rih li Cizîr, Amed, Qandil, Kerkûk, Sine û Kobanê li her derekî heman rihê şoreş û berxwedanê ye.