Kurd û newroz du navên ku bi hev re tên bîra mirov. Dema navê newrozê tên gotin, Kurd têne bîra mirov. Her wisa dema ku wêrekî û lehengiya Kurdan tê gotin, berxwedana lehengên newrozan tê bîra mirov. Ne Kurd bê newroz dibe û ne jî newroz bê Kurdan dibe. Newroz germiya dilê Kurdan e û hestên netewiya wan e. 

Kîjan gel newrozê çawa dibîne û çawa pîroz dike, bila bike. Lê gelê Kurd newrozê bi agirê berxwedanê pîroz dike. Bi hezarên salan e ku Kurdan ev roj ji xwe re kiriye cejna yekîtiyê û serkeftinê.  Ji ber ku dijminên gelê Kurd ji vî giyanê yekîtiyê tirsiyaye, heta ji destên wan hatiye qedexe kirine û Kurdan ew pîrozkiriye. Li ba Kurdan newroz strana serkeftinê û şîniya xeyalên Sîmirên çiyayî ye. Nerwroz dengbêjiya mirinê vedigerîne jînê ye. Li gel Kurdan newroz herifandina dîwarê virên asê ye. Cejna kuştina ejdeharê heftserî ye. Roja berxwedana xweşikiyê, reng û dengê rûmeta hevbeş e. 

Neyarên ronî û xweşiyê xwestin wê bi Kurdan bidin jibîrkirin. Lê her carê Kurdan bi roniya darbestên stêrên bêgor, kirin ku tava wê rûyê gulan dabigire. Di dil û mêjiyê Kurdan de bi newrozê şev giyan dide, tarî parçe dibe û kenê tifaqê li qadan deng vedide. 

Hin kes vê cejna giyanê tifaq û serkeftina Kurdan ji berî 2629 sal dest pê dikin û hin kes jî wê dgihîne berî 10 hezar salan. Ev çanda qedîm ya serkeftinê bi jiyana Kurdan re bûye yek. Rayên vê çandê li nav Kurdan ewqasî kûr in, ji Kurdan pê ve kes wê bi agirê bedenên xwe pîroz nakin. Ti gel wê weke cejna berxwedan û yekîtiyê pîroz nakin. Tenê Kurd di gurkirin û geşkirina agirê newrozê de azadî û rizgarîyê dibînin. Ji ber vê nêrînê ye ku Kurd xwe zarokên agir û rojê dibînin. Bi hezarên salan e ku ev cejna pîroz ji xwe re kirin roja tekoşîna li hemberî koledarî û xerabîyê. 

Cejna îsal careke din nîşan da ku kes nikarê ruhê newrozê ji Kurdan bisitîne. Newroz ji Kurdan re vekirina kulîlkên vînê ye û fedîkirina mêlkemotê mirinê ji mirina xweşmêran e. Narînî, xweşikî û wekheviya nav rûpelên dîroka kevzgirtî ye. Şadiya Ahura Mazda û giriyê mirina Ehrîmana ye. Ji Kurdan re newroz evîn e û evîn newroza mezin e. Ji kawayê hesinkar û heta kawayên hemdem, bihara hawara roniya asoyê dilsoza ye. Raperiya zarokên rojê, êşa bihara bixwîn û tewafa şikefta birîndara ye! Wêrekî û dilêriya li kozik û çeperan rayê xwe ber didê jiyanê ye! Roja verişandina lûlên tivinga ye. Qêrîna meydanan, dengê tofan û bahozên ker, pîrozkirina dûrûşmên Mezlum û Egîdan e. Serhildana di govenda jîn û mirinê de ye. Çirandina rûpelên çarenûsa virek e. Berxwedana di reqsa agir de ye. Şewatên vejînê û gefxwarina li mirina çaxên rûreş e. Kurdan bi çanda newrozê, sirê netêkçûnê ji hostayê diyalektîka dîrokê, zanyarên netewan û ji bijîşkên qiyametê re gotin. Kurdan bi tekoşîna zarokên Zagros û Qendîl, bi wêrekiya şagirdên Zerdeştê hemdem, çira li lûtkên çiyan pêxistin, hêvî dan deşt û bajaran! Tovê bereketê li zeviyên hiş reşandin. Ev xakê bûyî hêlîna bela û serkeftinan, nalet û efsaneyên pîroz, ol û nebîyan anîne ber zayîna xêr û bêrê. Ez ji dil û can bawer dikim, heke îro helbestvan Dildar coş û hişiyariya hestên netewî bidîtina dê negotibana 

´´Ey reqîb her maye qewmê Kurdziman Naşikê û danayê topê zeman. 

Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin. Jîn dibin, qet nakeve ala Kurdan.´´ 

Dildar helbestvanê netewî, lawaziya Kurdan ya wê rojê bi van gotinan tîne ziman. Lê heke îro sirûda Kurdan hatiba nivîsandin, Dildar dê bigota, ´´kes nebê Kurd dê bê azadî bijîn, dê azad 

bihêje ala Kurdan.´´ Ji ber ku Kurdan kefenê mirinê dirand û îro serkêşiya azadiyê dikin. Kurd ji çanda berxwedana nemirinê derbasî çanda azadî û serkêşiyê bûne.  Ev jî bi ked û tekoşîna pakrawanên bêhijmar pêkhat. Gelên cîhanê vê çanda Kurdan nû nas dikin. Li Kobanê dîtin bê Kurdan çawa ji nebûnê azadiya xwe afirandin. 

Gelê Kurd bi tekoşîna xwe li ser bingehê çand newrozê, çandeke nû afirand. Êdî çand û wêjeya girî li paş xwe hişt û bi çanda nû ber bi serkeftinê ve diçe. Bi rêberiyeke nû, bi bîrdozeke nû, bi wêrekiyeke nû û bi xwîneke nû ber bi serkeftinê ve diçe. 

Kurdan bi keda keç û kurên rû biken, ev mirovê nû afirand. 

Êdî Kurd bi gotina Kurdistana me û ya we dikenin. Bi yek dengî bang dikin û dibêjin Kurdistana me yek e.