NPG a civîna xwe ya Konseya Fermandaran pêk anî, got: Em bi biryar in ku Newroza 2020’an bi berxwedanê, bi ruhê agirê Newrozê di şerê xwe yê gel ê şoreşgerî de bikin destpêka pêngaveke nû.
KONGRA-GEL Cejna Newrozê pîroz kir û diyar kir ku ji ber vîrusa koronayê Newroz bi girseyî nehatiye pîrozkirin lê xwest Kurdistanî bi awayên cihê û afirîner Newrozê pîroz bikin.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî Newrozê daxuyaniyek da. Fermandariyê got: “Gelên Rojhilata Navîn bi sedan sal in ji bo Newrozê dibêjin ‘roja nû’ û wê weke destpêka saleke nû û biharê pîroz dikin. Gelê Kurd jî ev roja bi wate û pîroz bi sedan salan bi heman şêweyî pêşwazî kirin, her wiha li dijî zilma zalimên mîna Dehaq agirê Newrozê yê Kawayên Hesinkar veguherandin agirê berxwedan û serhildanê û kirin ‘roja nû’ ya ku azadî li pêşberî koletiyê bi ser ket. Kurd Newrozê weke cejneke berxwedanê ya govenda azadiyê pîroz dikin. Cejna Newrozê weke rêûresmeke qedîm cihê xwe di nava Kurdan de girtiye.”
Em ê bi serketinê tacîdar bikin
Bi navê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de ku Newroz li wateya xwe ya arastî ya berxwedana li dijî zext û zilmê vegerand, şehîdên leheng bi minet bi bîr tînin, Cejna Newrozê di serî de li Rêber Apo, malbatên xwe yên hêja yên şehîdan, li hevrêyên xwe yên li her qadê têdikoşin, li gelê xwe yê fedakar û welatparêz û her gelên ku ji kevneşopiya Newrozê bawer dikin pîroz dikin û soz didin ku em ê berxwedana agirgê Newrozê di rêya têkoşîna pîroz a şehîdan de bi serketinê tacîdar bikin.
Em bikin destpêkeke nû
Bi navê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê em dibêjin; ji bo Newroza 2020’an bikin destpêkek nû, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelan di vê dema dîrokî de bi germahiya agirê Newrozê geş bikin, bi perspektîfên Rêber Apo û li ser xeta afirînerên rêûresma berxwedana Newrozê ya nû Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz wezîfeyên serdemê bi serketî pêk bînin, em ji her demê bêhtir bi biryar in. Em bi îdîa ne ku Newroza 2020’an bi berxwedanê, bi ruhê agirê Newrozê di şerê xwe yê gel ê şoreşgerî de weke destpêka pêngaveke nû pêşwazî bikin.
Di vê pêvajoyê de me civîna xwe ya Konseya Fermandariyê bi rengekî serketî pêk anî. Civîna me bi beşdariyeke temam a ji her qadên têkoşînê 6 rojan dewam kir û tê de nîqaşên girîng li ser bilindkirina têkoşînê û biserxistina berxwedana me ya dîrokî hatin kirin…Bi navê Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê em gelê xwe yê ku bi ruhê Newrozê li dijî êrişên mêtinger faşîst dadikevin qadan û têdikoşin silav dikin, bi coşa gerîla ya li çiyayên azad û ruhê berxwedana Apoyî careke din Newrozê li gelê xwe pîroz dikin û ji hêzên ji bo azadiyê têdikoşin di dema nû de serketinê dixwazin.”
KONGRA-GEL Newroz pîroz kir
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê Cejna Newrozê pîroz kir û diyar kir ku ji ber vîrusa koronayê Newroz bi girseyî nehatiye pîrozkirin lê agirê Newrozê di dilê me hemûyan de bilind dibe.
Di peyamê de weha tê gotin:
“Cejna Newrozê di serî de li Rêber Apo, li gelên Kurdistanê û yên Rojhilata Navîn, li hevalan hemûyan ên li qadan têdikoşin pîroz be.
Newroz bi berxwedanên şehîdan bû Newroza pîroz, bû sembola berxwedan û azadiya gelên Kurdistanê. Em bi wesîleya Newroza îsal di serî de heval Mazlûm Dogan, Sema, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û hemû şehîdên Newrozê bi rêzgirtin bi bîr tînin û soza xwe ya pêkanîna armancên wan dubare dikin.
Krîza ku li cîhanê û li Rojhilata Navîn heye, bi vîrusa koronayê wê bigihêje asta herî jor. Di aliyê rewşa aborî û siyasî de, di vê pêvajoyê de derfetên têkçûna rejîmên faşist ên dewletên dagirker, ji hemû deman zêdetir e.
Ji ber vê yekê jî li ser bingeha şikestina tecrîta Îmraliyê û têkbirina faşîzma dewleta Tirkiyê, ji bo ku azadiya Rêber Apo û a Kurdistanê û demokrasiya herêmê pêk bê, pêwîst e îsal di hemû beşên jiyanê de em gelên Kurdistanê û dostên me, bilindkirina tekoşîna xwe esas bigirin.
Di vê çarçoveyê de banga me ji gelê me re ev e ku bi şêwazên cihê û afirîner Newroza xwe pîroz bikin.”