Agirê Newroza 2015an cîhana Kurdan, eniya siyasî ya Tirkiyê germ kiriye.
Têhnika agirê Newrozê dirêjî Emerîka Qesra Spî, saziyên think-tank’an; dirêjî, Saraya Eliyza û Kulîsên Parlamena YE bûye. Dîse jî kompleksa dewleta AKPê bi dawî nebûye. Hemberî ku ev kompleks di qaqilkê beruwê de asê bûye jî, Erdogan ji haw-hawa xwe nakeve.
Dewleta AKPê, ji bo ji asêgehê rizgar bibe, dixwaze siyaseta li ser “bêçekbûna PKKê” derbixê pêş. Gotina “pirsgirêka Kurd nîne” jî, ev nexweşiya mêjî ye. Selahaddîn Demîrtaş bersivek dîrokî da, lê rayedarên AKPê, helwesta xwe ya demagojîk û şantajê terk nekirin.
Ev siyaseta eko-pasîfîst e û bi guman e, xwediyê xwe bixapîne.
Erdogan, dasa xwe fireh diavêje. Di mijara serokdewletî de, serokê Emerîka Baracka Obama mînak nîşan dide. Bi vî rengî, dixwaze komên xelkê, “WΔ di neynika “EFSUNΔ de bibîne. Di pêvejoya hilbijartinên giştî de, ji aliyekî ve “pakêta ewlekariya hundir” kire rojeva parlamenê; ji aliyê din ve “Peyama Hevpar” li Dolmabahçe ji raya giştî re deklere kir.
Pakêta ewlekariyê, derî vekirina li pêşiya faşîzmê û otorîteya yekdestî ye; peyama hevpar û eşkere kirina 10 xalên Ocalan jî, rûkeniya li hemberî demokrasî ye!... Du kiryar û hewldanên cûda û li dijî hev in; lê Serokdewleta AKPê Erdogan her du jî bi hev re kirin rojevê.
Erdogan li sê-çar şelîtan dilîze? Ji bilî Kurdan, li hemberî Ewropa û Emerîka jî canbaziyê dike.
Erdogan; bi Azerbaycan û Turkmenîstanê re “Projeya Xeta Boruya Enerjiya Xwezahî Trans Anadolu” TANAP imze kir. Ev stratejiyek siyasî ye, li dijî Ewropa û Emerîka ye û wek alternatîfa li dijî NABUCCO tê binav dikin. hespê Troya!..
(Ji bo Başûr jî şiyarî; êdî Erdogan, wê ne li balafirgeha Hewlêrê, li payîtextên Azerbaycan û Turkmenîstanê li temburê bide.)
Projeya TANAP, piştî ragihandina Konseya Ewropa ya “Yekîtiya Enerjiyê-Energy Community”, bi 22 rojan hate imze kirin. Konseya Ewropa jî, projeya “Yekîtiya Enerjiyê”, piştî macereyek 6 salan, (1) di 27ê Sibata 2015an de ji raya giştî re deklere kir. Ji destpêka sala 2015an û vir ve jî, li ser mertala avaniya YE, nexşeya “enerjiya hevpar-energy union” danîne.
Wilo xuya dike ku Yekîtiya Ewropa û Emerîka, di demeke nêzîk de, biqasî Pûtîn wê bi Erdogan re jî mijûl bibin. Ji ber ku wezîrê karên enerjiyê yê Tirk Taner Yildiz, projeya TANAP, “li dijî tehdîdên li ser jiyana siyasî ya Tirkiyê” binav kir û got: Ev proje ji aboriyê bêhtir, li dijî astengiyên siyasî ye.
Kurd vê rastiyê dibînin; lêêêêê, di demeke ku Kurd bi tevgerek profesyonelî, çeteyên DAIŞê û hezên li pey wan têk dibin, profesyonelên cîhanê anîne ser xeta xwe, dengên amatorên Kurd zêde bûne. Ev deng di dema hilbijartinên giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û di hilbijartinên Kantona Cizîrê de zêde bûn.
Ev kes û derdor nizanin ku ne amator, profesyonel cîhanê rêve dibin.
Ev kes û derdor nizanin ku, di eniya şer de serketin nebe, îdeolojî, azadî û demokrasî jî nayê bidestxistin. Lewma divê ev kes û derdor, nekevin dewsa îdealîstên ku lîstika mirinê dikin. Divê Kurd nebin borozanên eko-pasîfîst û hêzê nedin derûvan û demagogan.
Kurd bi keda xwe, bi xwîna xwe gihane vê qonaxê.
Newroza ku cîhan germ kiriye, li tevahiya Kurdên welatparêz pîroz be.
1-Yekîtiya Enerjiyê-Energy Community, di Kanuna 2009an de, ji aliyê serokwezîrê Polonya yê kevin Jerzy Buzek ve hate pêşniyaz kirin.