Dewleta Tirk di nava krîzeke pirr kûr de ye. Ev krîza siyasî, sîstema dewletê ji binî ve dihejîne. Di nava vê krîzê de mirov nikane texmînekê bike, ku ka sibê wê çi bibe. Lê tiştê li ber çavan ew e ku him hikûmet, him daraz him jî parlamento xitimî ye û fonksiyonên xwe wenda kirine. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan her saziya dewletê bi xwe ve girêda ye û bi pratîkî rejîmeke dîktatoriyê bi rê ve dibe. Hikûmet her hewldanê tenê bona hesapnedanê pêk tîne.

Li Tirkiyeyê tu wateya civakî ya polîtîkayê nemaye. Partiyên muxalefetê yên mîna Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) dem û wextê tenê bona bersivdana Recep Tayyîp Erdogan re derbas dikin û di nava vê krîz û xitimandina siyasetê de tu hêviyê nadin xelkê. Yanî kurt û kurmancî; pirsgirêkên civakî gişt li erdê mane.
Wekî tê zanîn, hikûmeta tirk, pêvajoya aştiyê ya bona çareserkirina pirsgirêka kurdî bi riyên diyalogê hatibû destpêkirin jî xitimand û derbarê vê mijarê de wext bi xapandin û pûçkirina hêviyan xerc kir.
Di rewşeke werga de civaka herî dînamîk kurd in û tevgera herî dînamîk û xwedî perspektîfeke bona çareseriya pirsgirêkên civakî jî tenê Tevgera Kurd e. Beriya daxuyaniya Rêberê Xelkê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê, rêveberiya Koma Civakên Kurdistan (KCK) daxuyand ku ew ne mecbûrî hikûmeta AKP’ê ne û meşandina pêvajoyê tenê bi desthilatdariya AKP’ê ve girê nedane. Bi aşkereyî tê gotin, ku di meşandina pêvajoya aşti û çareseriyê de AKP êdî ne muxatabek e. Herwiha tê gotin ku piştî hilbijartinên 30’ê adarê eger tu gav neyên avêtin, wê çaxê tu pêvajo jî li holê namîne!..
Kurd îro ji bo jiyaneke azad û statûyekî siyasî yê xweser ji her demê zêdetir xwedî îmkan û hêz in. Him siyasî û rêxistinî dînamîkek e demokrasiyê ne him jî xwedî navgînên xweparastinê ne. Dîmenên coşa xebata hilbijartinê û yên pîrozbahiyên Newroza îsal bi aşkereyî nîşan didin ku tesîra hişê dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê heliya ye. Bi şoreşa Rojava re, sînorên ku Kurdistanê parçe dikin, hên bêtir bêwate man. Li Bakur ne tenê li bajarên li navenda Kurdistanê, li rojavayê Çemê Firatê; li Dîlok, Semsûr, Mereş û Meletiyê jî germahiyeke berbiçav xuya ye.
Her wiha hên pirr kêm be jî xelkên din ên li Tirkiyeyê jî hêviya xwe roj bi roj ji vê rejîm û hikûmeta Tirk qut dikin û bala xwe didin gotinên Tevgera Kurd. Pêşketinên siyasî nîşan dide ku perspektîfa ‘neteweya demokratîk’ a Tevgera Kurd di nava xelkên din ên li Tirkiyeyê yên rastî zordestiya dewletê tên jî bersiveke erênî dibîne. Êrîşên nijadperestên tirk ên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di heman demê de tê wateya hewldanên bona pêşîlêgirtina hêvîdayîna Tevgera Kurd e.
Bona vê yekê KCK’ê bang li tevahiya dînamîkên demokrat û çep ên Tirkiyeyê dike ku bona çareserkirina pirsgirêkên civakî giştan bibin yek û bona vê yekê înîsiyatifeke civakî ya demokratîk derêxin pêş... Ji ber van pêşketinan giştan; tabloyê ku di hilbijartina 30’ê adarê de derkeve holê wê bibe referandûmeke aştî û rejîmeke demokratîk.
Helbet ev rewş kar û barên girantir dide ser milê kurdan. Berî her tiştî girîngiya saxlemkirina rêxistinên civakî û pêşxistina yekîtiya neteweyî ji her demê zêdetir xwe dide pêş. Ji niha de tê dîtin ku piştî hilbijartinan li Bakur desthilatdariya herêmî bi piranî wê bikeve destê kurdan û şaredarên kurd wê dest bi pêkanîna projeyên pêşxistina xweseriya demokratîk û jiyaneke kurdewar bikin.
Êdî AKP bimîne an nemîne, kî serokatiya hikûmetê bike bera bike; dewleta tirk wê mecbûr bimîne ku bona aştî û çareseriyê gavan biavêje.
Di vê navberê de Dadgeha Mafên Mirovan a Navneteweyî biryareke balkêş da, ku dewleta tirk mafên Rêberê Kurd Abdullah Ocalan binpê kiriye. Dadgeha navneteweyî dewletê hişyar dike, ku divê îxtîmalê serbestberdana Ocalan jî hebe!..
Îxtîmal an rastî; coşa Newrozê û encamên hilbijartinan di derbarê rewşa Ocalan de jî wê nîşaneyekê derêxe holê. Azadiya Ocalan; ma çima nebe?.
Bi hêviya aştî û azadiyê Newroz we pîroz û bimbarek be!.