Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya Newrozê peyamek weşand.

Di destpêka peyama KNK’ê de hate gotin, “Di dîroka xelk û neteweyan da hindek bûyer hene ku di encama xwe da dibine nîşaneya hebûnê. Newroz ew e. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestiyê pêk hatiye. Li dijî zilmê, koletiyê, dagirkeriyê, kolonyalîzm û her rengê bindestiyê bûye stêrka rizgarî û azadiyê.

Îro xelkê Kurd û hevçeperên wan Newroz bi keda xwe ya helal kirine şahiyeke mezin ya xelkî û li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê dîsa her wekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Xelkê Kurd bi têkoşîna xwe ya heq serî li dagirkeran çemandin ku îro êdî nikarîn pîrozbahiyên Newrozê qedexe bikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li şehran, li zîndanan, li her cih û warê jiyanê de Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadîyê.

Weke hemî Cihanê, îsal em rewşeke aloz de Newrozê pêşwazî dikin. Eve demeke rojeva Cihanê ya sereke nexweşîya korona ye. Mixabin ev nexweşî li seranserê welatê me de jî bilav bûye. Em jî, hemî Cihan jî li hember vê nexweşiyê tedbîran digrin. Ji ber vê rewşê em îsal pîrozbahiyên Newrozê yên bi girseyî nakin. Lê disa jî em ê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedana Kawayê Hesinker û Kawayên hemdem pîroz bikin.

Di vê qonaxa giring ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da agirê Newrozê divêt bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yekîtiya xelk û neteweyê Kurdistanê.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN