Şandeya HDP’ê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditin pêk anî û piştre derbasî Qendîlê bû, vegeriya Tirkiyeyê û têkîldarî hevdîtin û çavderiyên xwe agahî da DÎHA’yê. Wekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken diyar kir ku di hevdîtinan de rayedarên KCK’ê bi taybetî bal kişandine ser tehdîda DAIŞ’ê. Baluken got ku rayedarên KCK’ê anîne ziman ku DAIŞ bi taybetî êrîşî Şengal, Rabîa û Cezaayê dike û bi vî rengî dixwaze li Başûr Şengalê li Rojava jî xeta Rabîayê têk bibe, bi vî rengî jî destkeftiyên kurdên Başûr berteref bike, şoreşa Rojava jî bifetisîne. Dîsa gotin ku DAIŞ heta niha bi awayeke zanebûn hatiye xurtkirin, hem hêzên herêmî hem jî hêzên kurewî piştgirî dane û ev komkujî pêk hatin."


'Tehluke mezin e´
Li gor agahiyên ku Baluken dan di hevdîtinê de rayedarên KCK'ê gotin bi taybet ji bo kurdan taluke mezin e û divê li hemberî vê yekê tedbîr bên girtin û ji bo vê yekê jî "Di qada leşkerî de yekîtiya parastina hevpar, di aliyê siyasî de jî divê konferansa neteweyî ya kurd bê kirin" nêrînên xwe nanîn ziman. Baluken, diyar kir ku rayedarên KCK'ê gotin li gel lêgerîna wan a wisa hêj pirsgirêk nehatine çareserkirin û KCK'ê li hemberî partiyên siyasî yên Başûr rexneya "nêzîkahiyên teng" kirin. Baluken, anî ziman ku KCK'ê ji rêxistinên kurd re hişyariya; "Li şuna baweriyê bi hêza xwe û yekîtiya neteweya kurd bigirin li benda welatên herêmê û hêzên navneteweyî ne û ev yek rast nîne. Li şuna pirsgirêkên gelê koçber bûn çareser bikin ji bo desthilatdariya xwe hesaban dikin û ev nêzîkahî gelek taluke ye"

´Muzakereyan qeyd bikin´

Baluken, bilêv kir ku di hevdîtinê de rayedarên KCK'ê têkildarî "pêvajoya çareseriyê" jî nirxandinên girîng kirin û wiha gotine: "Gotinên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de gotin gelek girîng in. Ew keda Birêz Ocalan a çareseriya demokratîk giran buha dibînin û li pişt vê yêkê ne. Divê di vê pêvajoyê de ji bo asta muzakereyên demokratîk dest pê bikin dewlet û AKP dest ji gavên mijulkirinê û ji demê re belav bikin berde. Divê heyeta muzakereyê bê berfirehkirin, hevdîtin bên qeydkirin û sekreteryayê wê bê avakirin, lîjneya şopandinê ya pêvajoyê kontrol bike pêk bê, divê pêşiya heyetên cûda biçin Îmraliyê bê vekirin, divê şertên Ocalan bên sererastkirin, ji bo pozîsyona muzakereyê pêk bîne şertên xebatê bên avakirin û ev gelek girîng e." 

DIHA/ENQERE