
Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê, ji bo demokratîkkirina Îranê û çareseriya pirsgirêka Kurd nexşerêyek eşkere kir. KODAR’ê got: “Ji bo çûyîna ber bi demokrasiyê ve, divê saziyên civaka sivîl, hemû beşên civakê, siyasetmedar, rewşenbîr, jin û ciwan, mekanîzmên çareseriyê xurt bikin û di wê de xwedî rol bin. Mekanîzmayên ku demokratîk kirina siyaset, hiqûq û qanûna esasî, yek kirina hikûmetê bi paradîgmaya demokratîk û amadekirina civakê ji Pêvajoya Siyaseta Demokratîk û pêşketina modelên rêveberiyê û demokratîk ên herêmî esas digirin.” Nexşerêya KODAR’ê bi vî rengî ye:
Çavdêriya Teorîk
“Civaka Îranê di rewşeke de ye ku berdewambûna rewşa heyî ne tenê ji bo tevahiya civakê bi êş û elem e, dibe ku her roja wê ji hêzên desthilatdar re jî bi zirar be. Ji aliyekî ve krîz, arîşe û nakokiyên hundirîn, ji aliyê din ve alîgiriyên xwe dispêrin hêzên derve, rewşek çêkiriye ku derfeta siyasetkirina bi şêwazê berê û tenê bi tiştên heyî, hem ji bo hêzên desthilatdar û hem jî ji bo hêzên reformxwaz, ne gengaz e û zehmet e. Şerta esasî ya derbasbûna ji pêxêrtengiyên siyasî, hiqûqî, aborî û civakî yên niha, rexnekirina jirêderketinên di warê hişmendî û siyasî yên berê û kiryarên niha ye. Li kêleka vê pêwîstiyê, sererastkirina jirêderketinan di berjewendiyê guhertinek bingehîn û demokratîk de, mijarek jiyanî ye.
Ev guhertin çend wateyan di xwe de dihewîne. Li gel ku avakirina ‘Modela Demokartîk’ li ser esasê pêwîstiyên berê û rastiyên heyî ye, li dijî mudaxeleyên derve jî disekine. Ji wan herduyan jî zêdetir, derfetên bêhnstendinê, jiyana bi hev re, wekhevî û rizayek gelemperî amade dike.
Tiştên pêwist
Niha tenê di rewşekî de derfeta hevsengî, lihevkirina bi gelemperî û yekbûna îradeya civak, dewlet û desthilatdariyê bi hev re gengaz e. Ew jî ew e ku desthilatdarî amade be li kêleka kesên guhertinê dixwazin, bi awayekî stratejîk erka xwe ya demokratîzekirina siyaset, hiqûq û civakê pêk bîne. Pêwîstiya vê yekê jî ew e ku li xwe mukûr were ku krîz heye û vê rastiyê bipejirîne. Her wiha vê erkê bigre ser milê xwe ku ji bo derbasbûnek demokratîk ji vê krîzê, divê maf û azadiya ferdî û civakî ya tevahiya beşên civakê û di navê de jî gelên Kurdistan û Îranê bikeve bin garantiyê.
Ti guhertinek bê ‘Guhertina Qanûna Esasî ya Berê’ û garantîkirina mafan ku qanûna heyî di nava xwe de nahewîne, ne gengaze û pêk jî nayê. Qanûna esasî bi ti awayî nikare tenê mezhebek, etnîsîte û zimanek, her wiha tenê mêran di nava xwe de bihewîne û pêkhate û dewlemendiyên din jî derveyî qanûna xwe binav bike. Divê qanûna esasî li şûna derdê wê ew be nasnameya jor û yek kirina nedemokratîk a civakê çêbike, ji tevahiya dewlemendiyan re bi hurmet be û mafê wan bixe bin garantiyê. Her wiha ruhekî ava bike ku ji nava hevjiyana adil û azad a gelên wê, ‘Neteweya Demokratîk’ ava bike.
Çend mijarên esasî
* Tenê demokratîzekirina qanûna esasî nayê wateya guhertina demokratîk. Qanûnek esasî divê garantiyên xwe yên pratîkî jî bi nav bike.
* Îradeya mezhebî, siyasî û leşkerî, nabe tercîh û şîroveya xwe ya yekalî ji hiqûq û siyasetê li ser tevahiya civakê ferz bike. Ev xetereya herî mezin e ku demorkatîzekirinê tehdîd dike.
* Demokratîzekirina Îranê tenê li ser milê hikûmetê nîne. Erka herî zêde dikeve ser milê civak, gelan, jinan û rewşenbîran.
* Hilbijartinên Serokkomariyê, berovajî demên bihorî dikare bibe derfetek. Pencereyekî ji serdema demokratîzekirinê re veke. Kuştina dem û derfetan a desthilatdarî û hêzên di hilbijartinê de bi hev re pevdiçin, şaştiyek stratejîke û wê felaketan bi xwe re bîne. Her cure hewldanên bikaranîn, taktîkî û fêlbazane di hilbijartinê de wê lezê bide felaketên mezin ên ku qet nedihatin texmînkirin.
Helwesta KODAR’ê
Di wextekî ku nîşaneyên amadebûna desthilatdariyê ji vekirina demokratîk re were dîtin, KODAR dikare bibe xwedî helwestek erênî. Lê berovajî ger ku desthilatdarî xwedî nêzîkatiyek siyasî ya cuda nebe û ne amade be, KODAR wê bi ti awayî beşdariyê ji pêşketinên ne demokratîk re neke.
KODAR di derbarê hilbijartinên meclîsan de di wê baweriyê de ye ku hilbijartina kesên hêja û demokrat ji bo erka rêveberiyên bajar û gundan, pêwîstiyek esasî ye. Pêwîste gel, vê qadê ji kesên firsendçî û oportonîst bistînin û bi hişyarî û hesasiyet, kesên ku zemîna gendelî û rantê di wan de nebe, hilbijêrin.
Pêşniyarên KODAR’ê

Di nexşerêya xwe de KODAR pêşniyarên ku dikarin rê li ber avakirina zemîna demokratîkbûna Îranê vekin jî bi avakirina 8 komîsyonan formule kiriye. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkên Îran hinek komisyon divê werin avakirin ku ew jî wiha ne;
Komisyona hiqûqî
Ev komîsyon dikare nîqaş û nêrînên derbarê kêmahiyên di qanûna esasî ya niha de li ser asta giştî bişopîne û semînar û civînên pisporên di warê hiqûqê de ji bo qanûna esasî organîze bike. Komisyon dikare ji hiqûqnasên demokrat û nûnerên pêkhateyên cur be cur ên civakî pêk were. Her wiha nûnerên desthilatdariyê, hikûmetê jî dikarin beşdarî vê komisyonê bibin û nêrînên xwe bînin ser ziman. Armanca esasî ya vê komisyonê amadekirina civaka sivîl û desthilatdariyê ji bo guhertina qanûna esasî û yekbûna hiqûqî bi ‘Pêvajoya Siyaseta Demokratîk’ re ye.
Komisyona jinûve binavkirina rêveberiyê
Ev komisyon dikare rêveberiyên bajar, herêm û welat bi awayekî bi nav bike ku îradeya gelemperî di van qadan de, li pêşiya daxwazên siyasî yên desthilatdariyê be. Komisyon dikare bi belge van mijaran bixe nîqaşê û ji bo wan çareseriyan pêş bixe û li ser mekanîzmên cur be cur ên bihêzkirina civakê û biçûkirina dewletê jî bifikire.
Komisyona jiyana bi hev re
Armanc ji çêkirina vê komisyonê ew e ku di nava gelên Îranê de lihevkirin û yekîtiyek azad û demokratîk çêbibe. Kiryarên navendî yên etnîkî-zimanî, ji bo jiyana bihevre ya pêkhateyên civakî tehdîdeke. Komisyon dikare bi lidar xistina konferans û semînaran, li ser vê mijarê lêhûr bibe ku kîjan hêz ji hebûna nakokî, bê tifaqî û etmosfera aloz a di navbera gelan de sûdê werdigrin.
Komisyona jinan
Bê garantîkirina mafê jinan, ne demokrasî, ne wekhevî û ne jî jiyanek azad a civakî-siyasî ya bi tendurust û hêja nikare hebe. Çarçoveya erka vê komisyonê nirxandina astengiyên têkbirina cihêkariya li ser jinan di qadên hiqûqî, siyasî, aborî û rêveberiyê de ye. Karê taybet ê vê komisyona jinan ew e ku sûda herî zêde ji kapasîteyên heyî û pêşniyaran werbigire.
Komisyona ewlekariyê
Di civakekî ku bi rastî demokratîk be, hêzên leşkerî û ewlekariyê, ne tenê li hember xetereyên ji bo hebûna civakê ne, belkû destkeftiyên demokratîk ên civakê jî diparêze. Armanc ji vê komisyonê ew e ku, mekanîzman ji bo pêkanîna ewlekariya civakî bibîne. Kiryar û siyasetên ewlekariyê bi ruhê ‘Siyaseta Demokratîk’ re bîne gel hev.
Komisyona aboriyê
Ji aliyekî ve pişta xwe dana ‘Aboriya Petrolê’ û ji aliyê din ve pêşketina newekhev a aborî ku ji cihêkariyên hiqûqî-siyasî ye rê li ber bêkarî, hejarî û krîzên civakî vedike. Erka komisyona aborî ewe ku dikare çawaniya belavkirina adil a dewlemendî û çavkaniyên welat binirxîne û aboriya wê li ser esasê civakê be.
Komisyona ekolojiyê
Sanayîgerî û bê sînoriya sûd û sermayeyê, texrîbatên di warê ekolojî yên gelekî mezin bi xwe re aniye. Ev texrîbat, civakê û derfetên jiyana civakî jî bi tehdîdên bi felaket re rû bi rû hiştiye. Komisyona ekolojiyê wê hewl bide ku berpirsyartiya civakî-dewletî û aliyê wê yê exlaqî ji ekolojiyê re ji xwe re esas bigire. Her wiha aliyên zihnî-pratîk li gorî Paradîgmaya Demokratîk-Ekolojîk derxîne holê û ber biçav bike.
Komisyona zimên û çandê
Parastin, xwedîderketin û bikaranîna zimanên Kurdî, Azerî, Erebî, Belûçî û zimanên din ên heyî li seranserî Îranê di her astê de û li kêleka zimanê Farsî, wê civaka Îranê dewlemendtir bike. Ji bo vê yekê jî komisyona ziman û çand dikare kar û barên gengaz ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê binirxîne. Şopandin û naskirin û hewldan ji bo pêşîgirtina li xetereyên li ser çanda civak û gelên Îranê, xebatek jiyanî ye.
ANF/MAHABAD