Welatiyên Êzîdî yên gundê Kelhokê yê girêdayî navçeya Qubînê, beriya biçin Ewropayê mal, milk û gundê xwe bi emanetî dabûn eşîrek herema Qubînê ya nêzî AKP’ê tê nasîn. Êzîdî piştî di doza gundê xwe de bi serketin niha amadekariyan dikin û Heyeta gundê Kelhokê û welatiyên Êzîdî li herema Emmerich a Elmanya li mala Êzîdiyan ji bo nexşerêya vegera gundan û pêvajoya çareseriyê civînek li darxist. Di civînê de welatiyên gundê Kelhokê û gelek welatiyên Êzîdî tevlî amade bûn. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir û di civînê de ewil cejna Cimaya Laleşê Nûranî li hemû civaka Êzîdî û gelê Kurd hate pîrozkirin.

Di civînê de berdevkê gundê Kelhokê Nedîm Erkîş axivî û diyar kir ku 2 dozên gundê wan hatine dîtin de ew û rojnamevan li korîdorên Edliyê hatine tehdîtkirin û got kul i gel hemû tiştî ji ber mafdar bûne dîsa di doza xwe de bi serketine. Erkîş, bal kişand ser projeya vegera gundan û da zanîn ku dê ew ji bo vegerê xebatên xwe bi leztir bikin.

‘Pêwîste pêvajo were şopandin’
Beşdarên ku tevlî civînê jî bûn nêrînên xwe anîn ziman. Beşdarvanan, anî ziman ku ew beriya her tiştî dê ew wek civaka Êzîdî tifaq, yekîtî û aşîtiya navxweyî bi parêzin û diyar kir ku kesên kû ji dagirker, zordest û xûnmijare bive alet, pîyon û hevkar ciyê wan dinava civaka Êzîdî de tune ye. Beşdarvanan, gelek sazî û saziyên ragihandinê yên civaka Êzîdî ku ji bo doza gundên wan bi kêmasî tevgeriyane rexne kirin û daxwaz kirin ku ew saziyên Êzîdiyan ji her demê bêtir bi rengekî cidî û çalak vê pêvajoya vegera gundan bişopînin. Êzîdiyan, destnîşan kir ku derbarê pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bêşopandin û civînen gel berdewam bikin. Êzîdiyan, anî ziman ku hevdîtin bi sazî, rêxistin û komîsyonên Êzîdiyan re pêk werin û got ku ji bo nexşerêya vegera gundan gavên pratîk bên avêtin.
Hate hîn bûn ku dawiya hefteya bê dê li herêma Cellê li mala Êzîdiyan têkildarî vegera gundan û heman mijaran civînek gel bê li darxistin.



BÎLAL GULDEM/DÎHA/ÊLIH