Gelek stranbêj û dengbêjên kur û keç ên li bajarên bakurê parêzgeha Urmiyê hene. Ew hewl didin li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku bi Kurmancî diaxivin, muzîkeke prefesyonel peyde bikin, da ku hunermendeke/î bi nav û deng peyde bibe ku nav û dengê wî ji sînorên wan bajaran derbas bûbe li nava Kurdistanê.

Yek ji dengên xweş, ku hewl dide weke bi dehan dengên din, Îhsan Ayînfer e; ew naxwaze hunerê wî di navçeyeke teng de bifetise.

Îran Xanim, Esedê Herkî û Birê, ji wan hunermendan in ku nav û dengê wan maye, lê ne li seranserê Kurdistanê.

Herçî hunermend Îhsan Ayînfer e di hevpeyvîneke bi Rûdawî re dibêje: “18 sal in ku ez li tembûrê dixim û pênc, şeş sal in jî dersa tembûrê didim Kurdên me yên Urmiyê û çend sal in ez bi xebata muzîk û ahengsaziyê dikim li nav bajaran. Me xetek an xeta meşekê nedaye xortên xwe ku ew hunerê bi şêwazeke profesyonel bikin, an fezayeke hunerî çênebûye ku ew kesên ku enerjiya wan heye, bigihîje asta xwe ya baş.”

Gelo çima ji van navçeyan hunermend nav û dengê xwe belav nakin li Kurdistanê. Lewma tevî ku şert û merc eynî ne jî Kirmaşan, Sine yan jî Mehabadê gelek hunermendên li seranserê Kurdistanê navdarbûyî hene, lê ji Urmiyê nînin.

Cih ji bo Rojhilatê Kurmanc

Helbestvan Bêhnam Menda yek ji wan kesên deverê ye, ew jî li ser mijarê dibêje, “Berê gelek helbestvanên me yên bihêz di bajarê Urmiyê û derdora wî de hebûn û hene, ku min rêz û hurmet heye ji bo wan, lê hazir nebûn kus bo karê stran û stranbêjiyê di hêla muzîkê de helbestan bidin destê stranbêjan, ku bi dengên xweş xebat bên kirin. Ya duyem jî ez dikarim bibêjim, nebaşiya ev rê û fikra ku stranbêjên li vir danîne pêş xwe. Em tên helbestvan helbesta wî hazir e, em tên stranbêj dengê wî xweş e, dikare stranek baş bide derê, em tên kesên berçav hene ku karên muzîkê bi awayekî baş bi pêş ve bibin, lê mixabin di dawiyê de em dibînin ku studyoyek yan kesek ku bikare bi awayekî profesyonel vî karî bide tomarkirin, peyde nabe.”

Axir mesele êdî ew e ku ev hunememdên van navçeyan karibin bi konser û çalakiyên hunerî li tevahiyê Kurdistanê bên nasîn.

 

URMIYE