Lokodîstrofî nexweşiyek e ku kêm tê dîtin. Ev nexweşiyek e genetîk e ku sîstema sinîr a navendî texrîb dike û bi vê jî dike ku mirovê bi nexweşiyê ketî ji ziman jî bikeve, ji tevgerê jî.
Hûn jî dikarin bibin alîkar
Bavê Arjîna piçûk Faysal Acar dibêje, heta par jî wî ji bo ku keça wî karibe were dermankirin, her tişta xwe seferber kiriye, lê ev saleke êdî ji wî nayê dermankirina Arjînê dewam bike. Ji ber nebûna derfetên madî êdî Arjîn ne dimeşe, ne jî dikare bipeyive. Faysal bibîr dixe ku herçî derfetên alîkariya civakî ne, ji aliyê walîtiyê ve li bajarên Kurdistanê bi sedemên siyasî tên astengkirin, û ji ber wê jî muaf in ji van derfetên civakî yên xwedîderketina nexweşan jî. Faysal Acar bangê li xêrxwazan dike ku ji bo dermankirina Arjînê destê alîkariyê bidin wî. Ji bo têkiliyê kesên hez dikin dikarin telefonî hejmara 00905354168088’ê bikin û bi bavê Arjînê re bipeyivin.
COLEMÊRG