Heke lêpirsîna dozger li dijî Bohnermann bi encam bibe, hingê dibe ku 3 sal cezayê girtîgehê li Bohnermann werin birrîn. Bohnermann helbesta navbirî 31´ê Adarê di bernamya xwe ya bi navê “Neo Magazin Royale” de ya di kanala dewletê ZDF de xwendibû. Dema ev helbest xwendî jî gotibû, ha tiştên weha mirov nikare li dijî mirovekî bibêje li Elmanyayê. Diyar e ku Bohnermann mafdar e, lewma dozgerê vê dozê Gerd Deutschler dibêje, “Dibe ku ev binpêkirina xala 103´yê ya Qanûna Ceza be: heqareta li sazî û nûnerên dewletên biyanî.” Doz ji aliyê dozgeriya bajarê Mainzê tê birêvebirin, ji ber ku navenda kanala ZDF li vî bajarî ye.
Heta niha 20 temaşevanan gilî kir, piştî ku li vîdeoya bernameyê temaşe kirin. Serokwezîra Elmanyayê Angela Mergkel jî vîdeo weke “bi awayekî eşkere êrişkar” nirxandinbû. Dozger bi xwe got, ew ê giliyên heyî hemûyan bike yek dosya û dozê wisa bimeşîne. Li aliyê din dozger dibêje, ew nizane ka gelo ji Tirkiyeyê giliyekî fermî heye yan na, ji bo ku bi vê zanibe ew ê ji rayedarên wezareta karê derve pirsiyarekê bişîne.
Hem ji ber bûyera beriya niha a di kanala NDR a bi strana ku rexne li êrişên Erdogan bi ser çapemeniyê de û hem jî ji ber helwesta wê ya di vê bûyerê hikûmeta Elman rastî rexneyan tê li Elmanyayê. Di serê rexneyan de jî ew tê ku hikûmeta Merkelê nikarîbû ji bo azadiya axaftinê û çapeniyê xwe li ber Tirkiyeyê bigire. Weke sedem jî di meseleya penaberan de destgirêdayîna Ewrûpa a li hember Tirkiyeyê tê destnîşankirin.
Beriya vê gave kanala ZDF´ê klîp û vîdeoya bernameyê ji Înternetê rakiribû. Li seer vê yekê jî Jan Bohnermann gotibû, wê û hevkarên wî “sînorên henekan li Elmanyayê de di dawiyê de nîşan da!”
MAINZ