Serokê Lijneya Disîplînê yê SES'ê û hekîmê malbatê Dr Celalettîn Dag diyar kir ku divê gel saetên di navbera 10.00 û 15.00'an de dernekevin derve û got; "Li Rihayê nemaze di mehên havînê de nexweşiyên şewbê belav dibin."
Ji ber hewayê germ li Rihayê nexweşiyên şewbê zêde bûn. Pisporan diyar kirin di van deman de dilxelandin, îshal, ser zivirîn zêde dibe û gel hişyar kirin. Serokê Lijneya Disîplînê yê SES'ê û hekîmê malbatê Dr Celalettîn Dag diyar kir ku bi germbûna hewa re nexweşiyên şewbê belav dibin û ji welatiyan xwest ku di navbera saetên; 10.00 û 15.00'an de dernekevin derve. Dag anî ziman ku divê pîr, zarok, nexweşên şekirê, nexweşên dil û nexweşên kronîk di saetên navborî de dernekevin derve. 


'Vexwarinên şileyî vexwin'
Dag riyên xwe ji parastina tavê vegotin û xwest herkes di van deman de vexwarinên şileyî zêde vexwe. Dag wiha axivî: "Di mehên havînê de divê xwarinên sivik bên xwarin, cilên bi rengên vekirî lixwe bikin. Şewqeyên aliyên wê fireh lixwe bikin û demkurtî avê lixwe bikin. Dibe ku ji ber xwarinên vê demê mîkrob zêde bibin û mirov îshal bibin. Lewma divê her xwarina ku bê amadekirin paqij bin. Bi hatina mehên havînê re nemaze li Rihayê nexweşiyên şewbê zêde bûne."

DÎHA/RİHA