Li nexweşxaneya li Til Temirê, bi dijwarbûna şer re doktor û hemşîreyên dildar xizmetê dikin. Li Til Temirê ku hema hema li milê her kesî çekek heye, xebatkarên nexweşxaneyê û doktor ji bajarên din ên Kantona Cizîrê tên û li vê derê bi dildarî xizmeta tenduristiyê dikin.

Li ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundên Asûrî û Kurdan ên li Til Temirê, qetilkirina mirovan û revandina bi sedan Asûriyî re hefteyek derbas bû. Kantona Cizîrê jî, bi ruhê seferberiyê destekê dide operasyonên li hemberî çeteyan.

Ewlekariya nexweşxaneyê jî ji aliyê Kurdistaniyên li Til Temirê ve bi cih tê anîn. Xebatkarên nexweşxaneyê bi derfetên kêm hewl didin hem şervanên di şer de birîndar bûne, hem jî gelê herêmê derman bikin. Tê gotin ku di serî de pêdiviyên destwerdana tibî ya lezgîn pêwîstî bi kel û melên ji bo emeliyatê heye. Ekîba xebatkarên nexweşxaneyê da xuyakirin ku hin ji doktorên Ereb û Asûrî tevkariyê dikin û got, "Girîng e destek ji her derdorê bê."


'Dewleta tirk dermanan li ser sînor disekinîne'

Ekîbên tenduristiyê yên Til Temirê dibêjin, "Alîkarî bi rêya saziyên dildar yan jî bi rêya Heyva Sor a Kurd dikarin bigihêjin me." Doktor û hemşîreyan da xuyakirin ku derman û kel û melên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên şandin, belesedem li ser sînor tên sekinandin û bi derengî digihêjin wan.

Ekîba nexweşxaneyê diyar kir ku desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan gelek caran bi belgeyan ji aliyê raya giştî ve hatiye dîtin û anî ziman ku sekinandina kel û melên tibî ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînor, dewama vê desteka ji bo çeteyan e.

Ekîbê got, li her devera cîhanê maf heye mexdûrên şer, nexweş û birîndar werin dermankirin, lê belê dewleta Tirk vê yekê weke navgîneke şerê taybet li hemberî gelê Rojava bikar tîne.

Ekîba nexweşxaneyê wekî din got, "Ji ber ku em dewleta Tirk nas dikin, ti hêviyê jê nakin" û destnîşan kir ku mafê dewletê nîne ku pêşî li hatina alîkariya ji bo gelê Kurd bigire. Ekîba nexweşxaneyê ragihand ku di serî de Bakurê Kurdistanê gelê li parçeyên din ên Kurdistanê divê li sînoran nealiqin, piştgiriya wan bike û got, "bi tenê em dikarin ji birîndarên xwe re bibin derman."

Ekîba doktor û personelên tenduristiyê ya bi ruhê seferberiyê ji Amûdê, Qamişlo û Dirbesiyê hatiye li nexweşxaneya Til Temirê dixebite. Ekîbê got, "Li ser bingeha şert û mercên şer, divê xebatkarên tenduristiyê û doktor hîn bêhtir alîkariyê bidin. Piştevaniya me bikin."


Dr. Sîrwan: Pêwîstî bi ekîbên tenduristiyê yên dildar heye

Dr. Sîrvan ku doktorê diranan e, bi dildarî hatiye Til Temirê û dixebite. Dr. Sîrvan piştî destwerdana tibî ya destpêkê, li gorî rewşê nexweşan dişîne nexweşxaneyên li Kantona Cizîrê. Dr. Sîrvan da zanîn ku divê li her cihî desteka doktor û ekîbên tenduristiyê yên dildar zêde bibe û got, "Gelê me li hemberî belaya çeteyan şer dike. Em doktor û ekîbên tenuristiyê jî çi ji destê me bê divê bikin. Hevalên doktor û xebatkarên tenduristiyê yên dikarin bên, bila werin alîkariya me. Hevalên nikarin bên pêwîst e alîkariya tibî û dermanan ji me re bişînin. Em di sala çaremîn a têkoşînê de ne û gelê me vî şerî bi hêza xwe ya cewherî dimeşîne. Çawa heta niha destek hat dayîn, divê ji niha û pê ve jî dewam bike. Li nexweşxaneyê 3 hemşîreyên Ereb û 2 hemşîreyên Asûrî jî gelekî alîkarî dan me. Em vê yekê ji xwişk û birayên xwe yên din ên Kurd jî hêvî dikin."

Hemşîreyên bi navê Cemîle, Jiyan û Sema jî ji bo ciwan û dildarên alîkariyê li nexweşxaneyê bidin wan banga "Mîna me di kar û xebatê de cih bigirin" dikin. 


ANHA/TIL TEMIR




Til Temir bi tevahî Azad dibe


Li gundewarên Til Temir, di şerê di navbera hêzên hevbeş û çeteyên DAIŞ’ê de yek jê serçeteyekî ji Tunisê, 9 çete hatin kuştin û 3 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin. 

Hat ragihandin, ku li gundewarên di navbera Til Temir û Hesekê de, şerê di navbera hêzên hevbeş (YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Zêrevanên Xabûr, Sotoro û Asayîş) û çeteyên DAIŞ’ê de dewam dike.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li derdora gundê Şamîran ê li rojavayê Til Temirê di encama çalakiya hêzên hevbeş de 5 çete hatin kuştin û yek ji wan jî  serçeteyekî ji Tûnisê bû. Di çalakiyê de gelek çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayîteke Hammer û wesayîteke pîkap jî hatin rûxandin.

Li ser rêya di navbera Til Temir û Hesekê de jî di navbera hêzên hevbeş û çeteyan de şevê din şer qewimî. Çeteyên ku xwestin bikevin gundê Xirêta, ketin kemîna şervanên YPG/YPJ’ê. Di çalakiyê debi qasî hatiye tesbîtkirin 4 çete hatin kuştin û wesayîteke leşkerî hate rûxandin, wesayîteke ku doçka li ser bû jî hate derbkirin.

Li aliyê din komên çete ji duh ve gundên Rikbê û Til Nisra yên li başûrrojavayê Til Temirê bi tank û hawanan topbaran dikin. Ji ber topbaranê li her du gundan ziyanên madî çêbûn. 


 TIL TEMIR