EHMED EL-KIMYAN / ANHA/GIRÊ SPÎ
Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî 26‘ê Çileyê Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş vekir. Nexweşxane di navbera bi dehan gund û bajarokên navçeyê de ye. Nexweşxane ji 5 beşan pêk tê û ji aliyê kadroyên tenduristiyê yên pispor ve tê birêveberin.
Di nexweşxaneyê de 21 textên nexweşan , emeliyat, destwerdana lezgîn, hundirîn, laboratuar, dermanxane û ambulansek 24 saetan bê pere di xizmetê a gel de ye.
Yek ji xebatkarên nexweşxaneyê Xelîl El-Ebd destnîşan kir ku ew xebatên amadekirina nexweşxaneyê didomînin û di demên nêz de wê beşa rontgen (sûretê eşia) jî vekin. Xelîl diyar kir ku 10 doxtorên pispor û hemşîre, xebatkdarên paqijiyê, her wiha kesên ku dewreyên perwerdeyê yên tenduristiyê yên Tevgera Ciwanên Şoreşger dîtine, li nexweşxaneyê dixebitin.
Ji bi bîranîna Omer Elûş
Serkirdeyê TEV-DEM û yek ji damezrênerên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Omer Elûş par li bajarê Girê Sipî ji aliyê çeteyên DAIŞ´ê ve hatibû kuştin.