Diviyabû hunermendê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Şehram Nazerî roja 31’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê li bajarê Neyşabûr a Xorasanê konserek bidaya. Dozgerê ku konser bi destûra wî hatiye qedexekirin gef li hunermend Nazerî xwar ku di warê qanûnî de çi pêwîst bike, ew ê derheqê Nazerî de bike û nabe ku konser were lidarxistin.

 

Berê jî qedexe kiribûn

Beriya niha jî 21’ê Gulanê konsereke din a Nazerî li bajarê Neyşabûr hat qedexekirin û konser betal bû. Berpirsên navenda çand û huner a Neyşabûr îdîa kirin ku konser wî li bajarekî din pêk were lê belê li ti cihî konser pêk nehat. Konserên Nazerî beriya niha li Şîraz û Kirmşanê jî hatin qedexekirin.

Ji aliyê din ve jinên mûzisyen ên ku biryar bû tevlî konserên Şehram Nazerî bibin, rastî qedexeyê hatin û nikarin derkevin ser dikê.

 

Nehiştin Keyhan Kalhor jî konserê bide

Her wiha meha çûyî konsera hunermend Keyhan Kelhor ku biryar bû li bajarê Neyşabûr were lidarxistin, tevî ku destûra wê ya fermî jî hebû hat qedexekirin. Dozger wê demê îdîa kiribû ku ji ber malbatên şehîdan û kesên gazî biryarek bi vî rengî dane.

Gelek caran rejîma Îranê bi hincetên cur be cur, bi ti awayî destûr nade xebatên çandî û hunerî û wan qedexe dike. Li gorî navenda Feqîhên Îranê mûzîk heram e û hewl didin konserên mûzîkê bi temamî qedexe bikin û ji holê rakin. Di wextekî  de ku civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwedî dîrokek dûr û dirêj a çand û mûzîka resen û qedîm e. 


 XORASAN