
Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêr şev li derdora Gola Xatuniyê piştî şerekî dijwar gundê Siwêfat ê li başûrê û li bakur-rojhliatê Gola Xatuniyê û Holê dikeve ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, cenazeyê 2’iyan ji wan di destê şervanên HSD’ê de ne. Her wiha 2 çekên BKC, yek RBG û hin alavên din ên leşkerî hatin bidestixstin.
Amurên leşkerî ket destê HSD’ê
Li ser riya Hesekê-Holê jî pêr şev gundê Elî Hesen ku çeteyan ji wir fûzayên Konkors (Fûzayên germahiyê) davêtin çeperên HSD’ê, ji çeteyan hat rizgarkirin. Li wir fuzaya konkors û tirimpêleke ji bo teqandinê hatibû amadekirin ji aliyê şervanên HSD’ê ve hatin rûxandin. 2 Kilaşnikov û 7 cercûrên wê, yek RBC û 9 rokêtên wê, her wiha hezar û 600 guleyên BKC jî hatin desteserkirin.
Ji Heqilê Tişrîn re 3 km ma
Li bakur-rojavayê Holê jî, şervanên HSD’ê şevê din piştî rizgarkirina gundê Dawidiyê, ber bi ava Xabûrê ve pêşde çûn û li wir gundê Hiniş ji çeteyan rizgar kirin.
Şervanên HSD’ê piştî 7 rojan ji operesyonê 3 km nêzî Heqilê Tişrîn yê petrolê ku dikeve ser riya Hesekê-Hol bûn. Operesyon şervanên QSD’ê dewam dike.
ANHA/HESEKÊ
Bi moral pêşve diçin
Fermandar û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dan zanîn ku operasyonên wan li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi serkeftî didomin. Endamê Fermandariya Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) Ebû Stêf jî got: “Operesyon di bin sîwaneya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi beşdariya hemû hêzan destpê kir. Em jî di nava van hêzan de ne. Operesyona me bi moralekî pir bilind destpê kir û hê jî didome.”
Ebû Stêf diyar kir ku HSD’ê temsîla pirrengî û yekîtiya Sûriyeyê ku ji Ereb, Kurd, Turkmen û Suryan û hwd pêk tê dike û ev hêz peywirên xwe bicih tîne.
Fermandarê Ceyş El-Siwar Botan El-Turkmanî jî destnîşan kir ku moralê wan gelekî bilind e û wiha pêde çû: “Çalakiyên me serkeftî didomin. Heta niha hevalekî me şehîd bûye. Em pêşde diçin. Gelek kuştiyên çeteyên DAIŞ’ê hene û cenazeyên wan di destê hêzên me de ne. Me gelek çek û cebilxane ji çeteyan desteser kirin.”
‘Soz didin dayik û tekoşeran’
Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê bi navê Seyîd ku cihê xwe di operesyonê de digre wiha axivî: “Em weke HSD’ê soz didin tekoşer û dayîkên wan ku em ê riya wan bişopînin û axa welatê xwe ji qirêjiya çeteyan paqij bikin.”
ANHA/HESEKÊ