
32 zarokên bajarê Qamişlo li navenda Orkestraya Rojava, li ser alavên mûzîkê yên cuda, perwerdeyê dibînin. Navenda Orkestra bi armanca pêşxistina zarokan di warê mûzîkê de, di payîza borî de hat vekirin. Li navendê 32 zarokên bajarê Qamişlo ku temenên wan di navbera 7-17 salan de, li ser alavên cuda yên mûzîkê têne perwerdekirin. Zarok li ser alavên mîna keman, çello, contrabass, clarinet, flute, halon, viola û kitarê perwerdeyan dibînin. Perwerde ji saet 18.00′an dest pê dike û heta saet 22.00′an didome û ji aliyê 4 mamosteyan ve tê dayîn. Her wiha zarok derseke zimanê Îngilîzî jî dibînin, da têgehên mûzîkê nas bikin. Endamê Rêveberiya Nnavenda Orkestraya Rojava ya Zarokan Mihemed Îsmaîl da zanîn ku wan bi alîkariya Desteya Çand û Hunerê navenda xwe vekirin û wiha got: ″Me ji ber bilinbûna buhayê alavên mûzîkê, gelek zehmetî dîtin. Li bi destekdayîna Desteya Çand û Hunerê, em ev astengî derbas kir.″
QAMIŞLO