Professor David Romano ku li Zanîngeha Dewletê ya Missouri beşa Lêkolînên Rojhilata Navîn bi rê ve dibe, li ser siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û nexasim jî guhertina misêwa ya siyaseta serokê DYE´yê Donald Trump got, “Bi ya min em gihiştin qonaxekê ku wê xelkê piştgirê Trump bi xwe êdî rêzê ji wî re negirin, heger Tirkiye Rojava dagir bike, çawa ku li Efrînê kir. Ya rastî niha li gorî beriya çend hefteyên din mitale û fikarên min kêm bûne. Medya û komarxwazên saxlem ên ku di rewşên asayî de di her mijarê de li pişta Trump in, hemûyan ji ber vekişîneke beriya dema xwe li dijî wî bûn.”
Herçî daxuyaniyên li ser kordînasyona vekişîna eskerên Emerîkî ji Sûriyê bi Tirkiyeyê re ye, David Romano dibêje, “Ji bîr nekin, gava ew mirovên weke Bolton, diçin bi Tirkan re bipeyivin, lê ji vê ti tişt dernakeve. Bifikriin daxuyaniyeke çapemeniyê jî nadin. Haya wan ji tiştekî di ajandaya Tirkan de heye. Trump bi Erdogan re bi telefonê dipeyive, piştre tiştekî kelevajî twitt dike, heta ku êdî şêwirmendên wî tên û jê re rastiyê rave dikin. Ji ber wê yekê ya rastî ez hîç nizanim ka kordînasyon wê hebe û çiqas be.”
STRAFFORD