Artêşa Tirk a ku li hemberî gerîlayan hemû rêbazan bi kar tîne, vê carê jî bi tirtûlên ji balafiran diavêjin, dixwazin daristanan tune bikin. Ev tirtûlên ku weke ‘şerê biyolojîk’ tên binavkirin, ne tenê ji bo daristanan, ji bo gundiyan jî xeter e. Gerîla jî li cihê ku lê dijîn darên bi tirtûlan re rû bi rû mane derman dikin.
Di payîza sala par de, balafirên bê mirov ên Tirk hinek made avêtibûn herêmên Heftanîn, Qendîl û Zapê. Piştî demekê madeya ku dişibiya kewê, hat zanîn ku qozeya tirtûlan e (naşor, maşot). Îsal ligel şînbûna daran, tirtûl (naşor, maşot ) jî ji qozeyên xwe derketin. Tirtûl dar û belgên daran dixwin û daristanan wêran dikin.
Li herêma Zapê tirtûl belg û koka daran dixwin û bi vî awayî daristanan tune dikin. Artêşa tirk qirkirineke din a xwezayî derdixe û dema ku daristan hatin tunekirin, wê balafirên bê mirov bi hêsanî bikaribin li gerîlayan bigerin. Li gor vegotinên gerîlayên li herêmê mane, her ku diçe jimara tirtûlan zêdetir dibin û belav dibin. Li cihê ku lê dimînin gelek hêk dikin û her sal zêdetir dibin.



Dibe sedema xwirandin û sorbûnê

Her wiha tê gotin ku tirtûl li ser çermê mirovan nexweşiyên alerjîk çê dike. Li gor agahiyên gerîlayan dane, cihê tirtûl li ser deyne her tim dixwire û sor dibe.

Gerîla jî li cihên ku lê ne, derman li darên ku tirtûl li ser in dikin û pêşî lê digirin. Ev tirtûl bandoreke mezin li ser baxçeyên gundiyan jî dikin. Ji bo gundiyên sivîl li hemberî vana tirtûlan baldar bin û tedbîr werbigirin, gerîla wana agahdar dikin.


GÎVARA EFRÎN/ÇEKDAR ÇELÊ/ANF