Ji ber ku di van hizban de xizmeta ji bo civakê nebûye prensîb, ji bo wan raye bûye prensîb. Heger ku prensîba wan xizmetkirina civakê be, wê karibe nebe Serokkomar yan jî serokê parlamenê, lê bêyî van jî xizmetê bike.
ENES YILDIZ / MAWA TOLHILDAN / ROJNEWS / BEHDÎNAN
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb got, ew vegera Berhem Salih a nav YNK’ê ji bo yekîtiyê baş dibînin û wiha peyivî: “Li aliyê din em dibînin ku biraderên PDK´ê ne razî ne. Bi nihêrîna me niha ne dema wê ye. Çawa namzetên din ji bo namzetê hizba PDK’ê xwe ji namzetiya cîgirê serokê parlemantoyê kişandin, pêwîst e PDK namzetiya serokkomariyê ewqas ji xwe re neke pirsgirêk.” Diyar Xerîb got, çawa berê YNK û PDK li ser serkkomariyê li hev kiribûn, niha jî dikarin li hev bikin.
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, derbarê qeyrana li Iraqê, di vê qeyranê de rewşa Kurdan, hilbijartinên Herêma Kurdistanê, hilbijartina Serokkomariya Iraqê û vegera Dr. Berhem Salih a nava YNK’ê de pirsên me bersivandin.
Ji ber nakokiyan heta niha li Iraqê hikûmet nehatiye avakirin, li kêleka wê nakokiya PDK û YNK jî ji bo serokkomariyê didome, hûn vê çawa dinirxînin?
Ev qeyran jî girêdayî siyaseta Iraqê ye. Hişmendiya demokrasiyê qels e û di nava Şîa, Sine, Kurd, Ereban de feraseta aîdiyeta Iraqê kêm e, lewma pirsgirêk zû çareser nabin. Ji ber kêmbûna aîdiyetê, çavê her hizbê li derve ne, hêza xwe ji derve digirin. Ev dibe sedem ku hêzên wekî Erebistana Siûdî, Emerîka, Îran, Tirkiye mudaxaleyî Iraqê bikin û dikin jî. Her hizbek ji bo berjewendiyên xwe van welatan bi kar tîne. Pirsgirêka Iraqê bi xwe heye, dema hêzên derve jî mudaxale dikin, pirsgirêk hîn zêdetir dibe û çareser nabe. Nakokiyên di navbera tevgerên Şîa de zêde ne, sedemek wê kêmbûna hişmendiya siyaseta demokratîk e, sedema din jî mûdaxaleyên derve ne. Pêwîst e ku serkirdeyên tevgerên Şîa vê heqîqetê bibînin û li pey xwe bihêlin. Iraq bixwe di dîrokê de navenda Şîa ye. Niha dikare careke din bibe navenda Şîayeke demokratîk. Şîa ji bo guhertinê hertim vekirî bûne. Rêberên siyasî, olî yên Şîa yên Iraqî li ser esasê prensîbên Îştîhatî Şîî bimeşin, dikarin guhertineke demokratîk di civaka Şîa ya Iraqê û hemû civaka Iraqê de çêkin.
Tişta min ji bo tevgerên Şîa got, ji bo hêzên Kurdî jî lê ye. Bi taybetî PDK û YNK du hêzên siyasî yên sereke li Iraq û Başûrê Kurdistanê ne. Ev partî di rêveberî û siyaseta Iraq û Başûrê Kurdistanê de demeke dirêj e cih digirin. Lê mixabin bi hişmendî û aqilekî demokratîk siyasetê nameşînin. Bi feraseta ku hêzê esas digire, siyasetê dimeşînin. Dibêjin, “Me pêşmergetî kiriye û heqê me ye em bibin desthilatdar”. Li aliyê din, li hemberî hev her tim bi kîn siyaset dane meşandin. Di navbera PDK û YNK’ê de demeke dirêj pirsgirêk qewîmîne û ev pirsgirêk ji bo siyaseta xwe ya Başûr kirine bingeh. Ev hişmendî û siyaset bû sedema parçebûna civakê. Lê her ku diçe ev tesîr kêm dibe, hêzên din derdikevin, êdî çavê gel vedibe û rastiyan baştir dibîne. Lê hîn jî ev tesîr bi temamî ranebûye. Wekî hêzên Şîa ev du hêz (PDK, YNK) jî di bin tesîra hêzên derve de siyasetê dikin. Yek nêzî Tirkiye, yek jî nêzî Îranê ye. Pêwîstiya civak û neteweya Kurd naxin esasê siyaseta xwe. Her çendî di axaftinan de bibêjin jî, di pratîkê de ji bo civaka Kurd tiştekî nakin. Ji ber ku di van hizban de xizmeta ji bo civakê nebûye prensîb, ji bo wan raye bûye prensîb. Heger ku prensîba wan xizmetkirina civakê be, wê karibe nebe Serokkomar yan jî serokê parlamenê, lê bêyî van jî xizmetê bike. Heger ku xizmeta civakê armanca sereke be, divê ev hizb rayeyê zêde nekin pirsgirêk. Dema raye ket nav meseleyê, wê demê mirov ne dikare pirsgirêkên xwe ne jî yên civakê çareser bike.”
Gelo hilbijartin ji bo pirskirêkên Başûrê Kurdistanê wê çiqasî bibe çareserî?
Hilbijartin ji bo çêkirina zemîna guhertinê baş e. Lê lazim e, em barê hilbijartinê giran nekin, yanî hinek alî û hêz meseleya hilbijartinê pirr didin pêş. Wekî ku bi hilbijartinê dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ne li Kurdistanê ne jî li cihekî din, bi hilbijartinê hemû pirsgirêk çareser nabin. Divê ev heqîqet bê zanîn û ji bo civakê jî were îzahkirin. Lê hilbijartin bêwate jî nînin. Girîngiya hilbijartinê heye, dikare ji bo guhertinê zemînê ava bike. Heger nêzîkatiyeke rast hebe, hilbijartin dikare ji bo çareseriya pirsgirêkan hêzê derxîne holê. Lê heger rast nêzî nebin hilbijartin dikare hêviya çareseriyê ji holê rake. Di hilbijartinên giştî yên Iraqê de hat gotin, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê sextekarî gelek çêbûye, ji ber wê gel niha bi guman nêzî hilbijartinê dibe. Divê gelê me yê Başûr hêviyên xwe ji dest nede û baweriya xwe bi xwe bîne, baweriyê bi îradeya xwe bîne û hewl bide pêşiya sextekariyê bigire. Mirov dibîne, hilbijartin çiqasî çêdibin, zemîna demokrasiyê zêdetir dibe. Em bang li gelê Başûrê Kurdistan dikin ku bi hişyariyeke mezin biçin ser sindiqon, dengê xwe bi kar bînin û biparêzin.
Hikûmeta Iraqê diyar kir ku ew dagirkeriya dewleta Tirk a li Iraqê û Başûrê Kurdistanê qebûl nakin û ew ê vê rewşê bibin rojeva Neteweyên Yekbûyî. Ev biryar tê çi wateyê?
Di parlemena Iraqê de ev nîqaş çêbû, ez nizanim çiqas ciddî ne, lê ev karekî baş e. Divê hikûmeta Iraqê xwedî li serweriya xwe derkeve. Mînak, em Sedam Hûseyîn rexne dikin, lê di serdema Sedam de Tirkiye yan jî hêzeke din nedikarî sînorê Iraqê derbas bike. Pêwîst e ku hikûmet û parlemena Iraqê, hikûmet û parlamena Başûr serweriya xaka herêma Kurdistan û Iraqê biparêzin. Ev yek di berpirsyariya wan de ye. Divê herdû hêz berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Hikûmeta Herêmê carinan dibêje “ev tişt ne di destê me de ye”. Lê ne wisa ye, carinan hin gavên ku li gorî dilê wan nebin, mudaxale dikin. Ji ber vê, lazim e hikûmet û parlemena herêmê bi rola xwe rabin.
Niha di navbera PDK û YNK’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê nelihevkirinek heye. Berhem Salih vegeriya YNK’ê û wekî namzetê serokkomariyê hat nîşandan, hûn vegerê û namzetiya Berhem Salih çawa dinirxînin?
Em hêvî dikin ku hêzên Kurdî bi îradeyeke hevpar nêzîkî diyarkirina serokkomar bibin. Berhem Salih vegeriya YNK’ê û ew ji bo yekîtiyê baş e. Ev veger, hêzên Kurdî zêdetir nêzî hevdû dike. Ev gava ku Doktor Berhem Salih avêt, gelekî gîrîng e. Diyarkirina wî ji bo serokkomariya Iraqê di milê yekîtiyê de baş e.
Niha çend kesan ji bo Serokkomariyê xwe wek namzet nîşan daye. Niha nûnerê YNK’ê Doktor Berhem Salih xwe wek namzet nîşan daye. Li aliyê din em dibînin ku biraderên PDK´ê ne razî ne. Bi nihêrîne me niha ne dema wê ye. Çawa namzetên din ji bo namzetê hizba PDK’ê xwe ji namzetiya cîgirê serokê parlamenê kişand, pêwîst e PDK namzetiya serokkomariyê ewqasî ji xwe re neke mesele. Yanî, madem berê lihevkirinek bi vî rengî çêbûye, ji bo YNK’ê jî niha dikarin lihevkirinekê çêkin.
Heger Berhem Salih bibe serokkomar, divê hemû hêzên Kurdî û Iraqî esas bigire. Îradeya xelkê Iraqê esas bigre, ev gelekî girîng e. Berhem Salih dikare him li herêmê him jî li Iraqê bi rola xwe rabe. Tişta ku em girîng dibînin, divê hêzên Kurdî bi îradeyeke hevbeş tevlî avakirina hikûmeta Iraqê bibin. Gaveke girîng diyarkirina serokkomariya Iraqê ye, piştî wê diyarkirina serokwezîr e. Pêwîst e di mijara serokwezaretiyê de jî îradeyeke hêzên Kurdî ya hevbeş û demokratîk hebe.
Em ji hêzên Iraqê jî dixwazin ku niha ne dema kûrkirina pirskirêkan e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê divê hêzên siyasî yên Iraqê li hevdû gûhdarî bikin. Li ser esasê mafê demokratîk divê gav bê avêtin. Vn gavan biavêjin, ez di wê baweriyê de me ku ew biryarên derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de dane dikarin pêk bînin. Neteweyên Yekbûyî jî, hêzên din jî wê li wan gûhdarî bikin. Iraq jî wê vegere serdema xwe ya zêrîn.