Zaroka 13 salî Kumru Îlter û Ahmet Toraman ku temenê wî nehat zanîn di komkujiya li Dîlokê de birîndar bûbûn. Piştî rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest dan. Hejmara welatiyên jiyana xwe ji dest dayî jî gihişt 54´an. Cenazeyên Îlter û Toraman anîn Goristana Yeşilkenta Dîlokê. Malbat u xizmên zarokan ku xwestin cenazeyan li goristanê defin bikin, komên nijadperest bi tekbîran êrişê wan kir. Komên nijadperestan bi siloganên “Tekbîr” “Cenazeyên leşkeran hene” berz kirin û xwestin bibin asteng. Piştî ku wekîlê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul bi walîtiyê re hevdîtin kir û fêr bû cenazeyê leşkeran tune, xwest cenaze werin definkirin. Lê koma nijadperest, dîsa li goristanê êriş kir. Leşker û polîsan jî mudaxaleyî koma nijadperest nekir.
DÎLOK